http://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2017/02/01/feature-01

×
×
Civak |

Çavê Iraqiyan li nûkirina mizgefta Nebî Yûnis e

Xalid Ta'î

Endamên Ajansa Dije Terorê ya Iraqî pişkinînê li gora Nebî Yûnis li rojhilatê Mûsilê dikin piştî rizgarkirina wê di 16ê Kanûna Duyem de. Di 14ê Tîrmeha 2014an de, çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" gor bomberêj kirin û teqandin, vê yekê jî nerazîbûneke cîhanî li pey xwe anî. [Wêne ji Ajansa Dije Terorê hatiye wergirtin]

Vegerandina Gora Nebî Yûnis a li Mûsilê di meha borî de ji aliyê hêzên Iraqî ve ji destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) asta ziyana ku gihaye wî cihî diyar kir.

Ew gor -- ku li ser cihê veşartina pêxemberekî ku di Quranê de bi navê Yûnis û di Incîlê de bi navê Jonah tê naskirin -- cihekî heckirinê yê navdar bû.

Ji sedsalan ve, gora Nebî Yûnis weke sembolekê li ser girekî ye li navenda Mûsilê ku bi navê Girê Tewba (Tobetê) tê naskirin, berî ku girûp wê bi erdê ve rast bike di Tîrmeha 2014an de, vê yekê jî nerazîbûneke cemawerî û şermezarkirineke navdewletî li pey xwe anî.

Weke hewlekê ji bo zêdenekirina qehra xelkê xwecihî, DAIŞ gefa jinavbirinê li herkesî ku hewl bide xwe nêzîkî mizgeftê bike û pişkinînê derbarê wêrankariya ku rastî hatî bike kir.

Di 16ê Kanûna Duyem de, hêzên ji Ajansa Dije Terorê ya Iraqî devera Nebî Yûnis vegerandin û ala Iraqî li ser gorê bilind kirin.

Şêx Mihemed Şema, ku berpirsyarê mizgeftê ye, ji Diyaruna re qala êrîşkirina ser vî "cihê şûnwarî, ku terorîstan ew kirine kavil" kir.

DAIŞ "hertişt wêran kir", Şema got, ku îmam û gotarbêjê mizgefta Nebî Yûnis bû bo bêtirî 22 salan.

Piştî çend hefteyan ji dagîrkirina bajar, "yekem tiştê ku DAIŞ kir teqandina mizgeftê bû weke binpêkirineke eşkere ji hemû nirxên olî û mirovî û mîrata kultûrî re," wî got.

Rizgarkirina vî cihê şûnwarî "şemaqek li rûyê DAIŞ û sloganên wê yên sexte ye, di nav de ji dewleta wê ya çêkirî re ku qaşo dimîne û berfireh dibe", wî got.

Israrbûn li ser nûkirinê

Nûkirina mizgeftê dê bi hewceyî hewlên niştîmanî û navdewletî be, Şema got.

"Divê karê çakirinê ji aliyê avahîsaz û endazyarên pispor ên di nûavakirina avahiyên kevnar de were birêvekirin û divê hiştina taybetmendiyên wan ên şûnwarî û kultûrî li pêş be," wî got jî.

"Em dê berê xwe bidin UNESCO û hemû rêxistinên navdewletî yên pêwendîdar daku alîkariya me di nûkirinê de bikin," wî got, texmîn jî kir ku nûkirina cih dê pênc salan dom bike.

gora Nebî Yûnis di dilê xelkê Mûsilê bi taybetî, û Misilmanan bi giştî, cihekî taybet digre, endamê encumena parêzgeha Nînewa Ebdulrehman Wekka got.

"Mizgeft ne tenê cihekî nimêjê bû lê belê cihekî şûnwarî yê kevnar bû ku serdanker ji herçar aliyên cîhanê bo heyama çendîn nifşan dikşandin ji ber semboliya wê ya dîrokî û pîrozbûna wî," wî got.

Weka yek ji endazyarên kêm bûn ên ku beşdarî nûkirina berfireh a dawî ya mizgeftê bibûn, ji 1990an heta 1992an, wî ji Diyaruna re got.

Karên nûkirinê derbaskirina madeyan bo nav strektûrên sereke yên mizgeftê li xwe digirtin ji bo zêdekirina xwegirtina wan, bêyî ku ziyan bigihe nivîs û neqşên kevnar ên ku li ser dîwaran hatine neqşandin, wî got jî.

"Niha her tişt bûye kavil," wî got. "Menareya bilind [a mizgeftê], qubeya wê û dîwarên wê yên derve, hemû hatine wêrankirin, û tenê esas maye."

"Ziyan mezin e, lê tiştê girîng ew e ku êdî mizgeft ne di bin destê terorîstan de ye, û em dê wê dîsan ava bikin û vegerînin ser tîpê berê, ne girîng e çiqas dem jê re pêwîst e," Weka got jî.

Gava yekem amadekirina lêkolîneke temam e ya ku karîgeriya dîrokî ya vî cihê şûnwarî û nirxê wê yê avasazî li hesab digre, wî got.

"Gerek berpirsyariya nûkirinê gerek bikeve ser milê kesên pispor û xwedî ezmûn, û divê hevpariyên aktîv ligel rêxistinên navdewletî yên pêwendîdar werin çêkirin," wî got.

Ewlekirina deverê

Mizgeft û devera niştecihbûnê ya derdora wê niha bi dîqet ji aliyê hêzên Ajansa Dije Terorê tên parastin.

Kontrolkirina mizgeft û devera Nebî Yûnis tenê di rojekê de hat pêkanîn, li gorî berdevkê Ajansa Dije Terorê emîd Sebah Numan.

DAIŞ di şerên li beşên din ji Mûsilê hatibû qelskirin û nikarî bo demeke dirêj li ber xwe bide, wî ji Diyaruna re got.

"Endamên girûpê ji cihên xwe reviyan her dema ku em ligel wan ketin şer, û niha mizgeft û devera niştecihbûnê ya derdora wê baş hatine ewlekirin," wî got.

Ji destpêka operasyona Mûsilê ve di 17ê Cotmehê de, hêzên Iraqî karîn hemû aliyê rojhilatê bajar, li ser kenara rojavayî ji Çemê Dicla, rizgar bike, ziyanên giran gihandin DAIŞ ku bêtirî 3,000 kes di rêzên wê de mirin, Numan got.

Tu vê mijarê diecibînî?
2

2 KOMÊNT

Rêbazên Komentan
Captcha
Naores | 2017-12-03

Şikir ji Xwedê re û bi hêviya Xwedê dê nûavakirin bi duristî û bi bilez biqede, aştî û dilovaniya Xwedê li ser Pêxember Yûnisê mezin û laneta xwe bi ser kûçikên DAIŞ bibarîne..

BERSIV BIDE
Ben Azez | 2017-03-20

Pîrozgehek/mizgeftek li hemberî monûmetên şaristaniya Aşûrî?! Monûmetên bavûkalên me yên Aşûrî yên ku ji aliyê DAIŞ ve li çend deverên Mûsilê hatibûne kavilkirin û ruxandin, bi taybet li Nimrûdê, xelkên Îraqê û tevahiya cîhanê xemgîn kirin. Niha endamên DAIŞ ên resen li Îraqê li ser ruxandin, hilweşandin û qirkirina wan ji ser ruyê erdê israr dikin bi rêya avakirina mizgeftekê li ser wan. Gelo ew nikarin mizgeftê ji nû ve li devereke dî ava bikin? Ma ew nikarin cihekî din li nêzîkî cihê wê yê kevin bibînin? Divê ev yekê ne li ser hesabê rakirina monûmentên ên ku navdarî û rêzgirtin ji Îraqê re peyda kirine be! Ka ew dema ku Îraq wekî welatê şaristaniyên kevin dihat hesêbkirin, an ew bi tenê axeftinin bê wate bûn?!

BERSIV BIDE