Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îraq kevirê bingehîn dideyne da ku mizgefta Mûsilê ya navdar ji nû ve ava bike

AFP

Wêêneyeke ku di 16ê Kanûna Yekem de hatiye kişandin bermayîyên mizgefta Nûrî û minareya Hedbayê ya xwar li Bajarê Kevin diyar dike, di şahîyeke danîna kevirê bingehehîn. [Zêd Obêdî/AFP] 

Wêêneyeke ku di 16ê Kanûna Yekem de hatiye kişandin bermayîyên mizgefta Nûrî û minareya Hedbayê ya xwar li Bajarê Kevin diyar dike, di şahîyeke danîna kevirê bingehehîn. [Zêd Obêdî/AFP] 

Îraqîyan roja (16ê Kanûna Yekem) kevirê bingehîn yê nûavakirina mizgefta Nûrî ya Mûsilê û minareya wê ya xwar danî, sembolên niştimanî di sala par de di şerê li dujî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hat wêrankirin.

Ebû Bekir Bexdadîbi dîyarbûna xwe eşker ya tenê weke serkirdeyê DAIŞê ji mizgefta serdema 12an û minareya wê di sala 2014an de kir.

Tavayî hatinwêrankirindi pêngavên dawî de yên herî dijwar ji şerê ku bi mehan dirêj da da ku Mûsilê ji DAiŞê xilas bikin.

Roja Yekşemê, bi dehan bepirsên hikûmetê, kesayetên olî, nûnerên NY û balyozên Ewropî civiyane li qadeke mezin li pêşîya mizgefta wêrankirî da ku kevirên bingehîn ên tên dîtin bibînin.

Ebduletîf Hemayim, serokê weqfa Sînî li Îraqê kevir bingehîn yê nûavakirina mizgefta Nûrî û minareya Hedbayê li Bajarê Kevin dideyne , di şahîyekê de roja Yekşemêdi (16ê Kanûna Yekem). [Zêd Obêdî/AFP] 

Ebduletîf Hemayim, serokê weqfa Sînî li Îraqê kevir bingehîn yê nûavakirina mizgefta Nûrî û minareya Hedbayê li Bajarê Kevin dideyne , di şahîyekê de roja Yekşemêdi (16ê Kanûna Yekem). [Zêd Obêdî/AFP] 

Wêneyeke di 16ê Kanûna Yekem de hatiye kişandin bermayîyên minareya xwar li Bajarê Mûsilê yê Kevin. [Zêd Obêdî/AFP]

Wêneyeke di 16ê Kanûna Yekem de hatiye kişandin bermayîyên minareya xwar li Bajarê Mûsilê yê Kevin. [Zêd Obêdî/AFP]

Ebduletîf Hemayim, serokê weqfa Sinî li Îraqê, kevir di şahîyeke sade de danî.

Bêtirî salekê piştî ku Mûsil ji jêr kontrola DAIŞê derket, mizgefta navdar hîn di nav wêranê de ye, derîyê wê yê kevir ê ber bi hewşa wê ve dibe û qubeya wê ya kesk ya nivîs li ser hene tenê parçeyê ku neketine.

Hemû tiştê maye beşeke ji bingeha wê ya çargoşe, yê mayî ji ber şer hat wêrankirin.

Li gor Ebû Bekir Kenan, serokê weqda Sinî li Nînewayê bermayîyên minareyê dê werin parastin, lê beşîn minareyê yên din dê ji nû ve werin avakirin, ligel mûzexaneyaekê derbarê dîroka û malên nêzîkî wê.

Projeya ku dê pênc salan berdewam bike dê 50.4$ ji alîyê Îmarat ve were temwîlkirin.

"Rêwîtîyeke bo nûavakirina fizîkî"

Sala yeke dê giranîyê bide belgekirin û paqijkirina cih, lê her çar salên din di nûavakirina fîzîkî çêbibe, UNESCO got.

Wêrankirina mizgeftê "kêlîkeke tirs û bêhêvîtîyê bû", Louise Haxthausen nûnera UNESCO li Îraqê got.

"Îro di dema ku em kevirê bingehîn ê mizgefta Nûrî dideynin, em geşteke nûavakirinê dest pê dikin," wê ji cemawerên kombûyî re wiha got.

Navê mizgeftê ji navê Nûredîn Zenkî hatiye, yê ku di sala 1172an fermana avakirina wê dabû, paş yekxistina Sûrîya û beşinan ji bakurê Îraqê.

Minareya wê ya gundorî, ku ji çend astan pêk tê û bi kelpîçan hatiye sazkirin û li jora wê qubeyeke sipî ya biçûk heye, berî çend sedsalan hatiye avakirin.

Ew li ser 10,000-dînarê Îraqî hatiye neqişandin û navê wê li gelek xwaringeh, kompanî û yneyên werzişî hatiye kirin.

Lê di Hezîrana 2014an de, lê ew bû cihekî bednav ji ber ji wî cihî Bexdadî "xîlafeta" DAIŞê ragihand çend rojan paş dagirkirina rêxistinê ji Mûsilê re di êrîşeke pir xêra de.

Ev dagirkerî bû encama sê sal ji şerên dijwar bo vegerandina Mûsilê û bajarên din ên Îraqî yên ku DAIŞê dest danî li ser wan.

Di Hezîrana 2017an, paş hêzên Îraqî Bajarê Kevin ê Mûsilê yê li jêr kontrola DAIŞê dorpêç kirin, rêxistinê mizgefta Nûrî û minareya wê ya xûz teqand.

Dema ku beşê mayî yê ji Bajarê Kevin vegerandin li jêr serwerîya dewletê, hêzên Îraqî serkeftin li mizgeftê pîroz kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500