Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Nûçakkirina Nemrûd erkekî zehmet ê ku li pêşiya Iraqê ye

Xalid Tayî

Efserekî Iraqî nîşan bi hinek zererên ku çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" gihandîn bajarê Nemrûd ê kevnar li nêzîkî Mûsilê. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqî]

Efserekî Iraqî nîşan bi hinek zererên ku çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" gihandîn bajarê Nemrûd ê kevnar li nêzîkî Mûsilê. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqî]

Niha bajarê Nemrûd ê kevnar ji destê wêrankar ê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hat derxistin û hikûmeta Iraqî li pêşiya erkekî zehmet e bi nûçakkirina zerera mezin a ku çekdarên wê grûpê gihandîn bajar.

Hêzên Iraqî cihê şûnwarî yê girîng li başûrê Mûsilê rizgar kirin di 13ê Mijdarê de, piştî bêtirî du salan ji dagîrkirina wî ji aliyê çekdarên DAIŞ ve.

Dema ku bajar di bin kontrola DAIŞ de bû, wê avahiyên şûnwarî li bajarê kevnar kirin "komeke paşmayiyan", li gorî pisporê nûçakkirina şûnwaran di Desteya Kelepûr û Şûnwarên Iraqî Ebbas Qureyşî.

"Terorîstan her tişt li bajar wêran kirin; peristgehên wê, qesrên wê û ziqûratên wê yên bilind," wî ji Diyaruna re got. "Wêneyên ku me ji deverên wergirtin piştî rizgarkirinê dilêş bûn. Her tişt gihandine asta erdê."

Di Adara 2015an de, malperên girêdayî DAIŞ wêne û vîdyoyên çekdarên grûpê belav kirin ku peykerên mezin ên gayên baskdar wêran dikin , ligel neqşên ser dîwaran, tabloyên dîrokî û tiştên şûnwarî bi çakûç û alavên gulkirinê yên elektironîk.

Piştî mehekê, grûpê hinek beşên bajar bi bildozeran rakirin û bermîlên bombekirî li beşên din çandin, berî ku wan biteqînin.

Nirxandina zererê

"Ew teqîn, li gorî tiştên ku wê demê gihayî me, gelekî mezin bûn û bandora wan gihişte gundên derdorê jî. Piştre me karî em ji asta bizdêner a wêrankirinê piştrast bin bi rêya wêneyên satelîtê," Qureyşî got.

Hikûmeta Iraqî xwe amade dike ku tîmên meydanî yên pispor bişîne daku zereran binirxînin daku dest bi plana nûavakirinê bike, wî got jî, anî ziman ku ev yek "dê ne erkekî asan be".

"Em dê hewceyî piştgiriya civaka navdewletî bin," wî got. "Ev şûnwar kelepora mirovî ya cîhanî ne û gerek niha cîhan her tiştî bike daku alîkariyê di nûavakirinê de bike."

Wî bang li UNESCO kir ku civîneke bilez lidar bixe daku vê wêraniyê gotûbêj bike û "ji bo nûçakkirina bajar planeke kar a hevbeş bi me re deyne".

"Divê pisporiya mirovî û teknolojiya modern ji aliyê komkirin, jimartin û nûçakkirina monûmentên wêrankirî ji me re werin pêşkêşkirin û laborên pispor ji bo vê yekê werin çêkirin," wî got.

"Gerek parçe hene, bi taybetî yên mezin û şikestî, ku dikarin bên vegerandin weke rewşa wan a berê, lê pêwîstiya vê yekê bi karekî zêde û westîner heye," wî got.

Ewlekirina deverê

Qureyşî herwiha hişyarî ji metisiyên mumkin ji dizan û qaçaxçiyên asewaran da eger dever bi awayekî baş neyê ewlekirin.

"Girîng e ku hêzên ewlekarî bilez tevbigerin ji bo ewlekirina deverê," wî got, anî ziman ku qaçaxçî dixwazin ku destê xwe deynin ser asewarên giranbuha.

"Divê endamên ewlekariyê sîmekê li dora bajar deynin û gelek tîmên nobedariyê ji bo çavdêriyê bicih bikin û herwiha dest bi veguhestina parçeyên biçûk û tablo û nivîsên dîrokî ji bo Mozexaneya Bexdayê bikin," wî got.

Komîteya kultûr û şûnewarên dîrokî ya parlementoyê dest bi avêtina gavan kir ji bo piştrastbûn ji ewlekariya bajarê, ku vedigere sedeya 13ê berî Zayînê, serokê komîteyê Elî Malikî ji Diyaruna re got.

"Em hevahengiyê ligel hêzên ewlekarî dikin ji bo peydakirina parastineke tam ji şûnwarên Nemrûd re," wî got, zelal jî kir ku dever ji hemû aliyan ve ji aliyê hêzan ve dorpêçkirî ye û balafirên bêpîlot jî ji bo ewlekirina wê hatine bitevgerkirin.

"Em nihan ji bo serdana deverê bikin her dema ku hat ewlekirin û paqijkirin ji teqemeniyan xwe hazir diki," wî got. "Em dixwazin hemû monûmentên ku rastî wêranbûnê hatine bibînin û raporan li ser wan binivîsin."

Danîna planên kar

"Bajarê Aşûrî yê kevnar rastî êrîşa kirêt ji aliyê DAIŞ ve hat," Malikî got. "Wan hinek asewarên wê yên giranbuha dizîn û bi qaçaxî derxistin derveyî welat û avahiyên wê teqandin."

Malikî û komîteya wî dê kampanyayeke mezin birêve birin ji bo agahdakirina dinyayê bi wêrankariya ku çêbûye û bang li welatan û rêxistinên navdewletî bikin ku alîkariya pêwîst pêşkêşî Iraqê bikin.

Bajarê Nemrûd ê kevnar şahidek li ser asta hovîtiya DAIŞ e, Dureyd Hîkmet, şêwirmendekî parêzgarê Nînewa got.

"Terorîstan xwestin şûnwarên dîrokî û kelepûra Nînewa wêran bikin, nasnameya kultûrî û dîroka Iraqê ya şaristanî û mirovahiyê jinav bibin, ji ber ku paveger, berberî û kîndar e," wî got.

"Lê em, piştî ku hêzên me yên qehreman karîn wan bişkînin, bi-israr in ku hemû monûmentên wêrankirî nûava bikin û hinekên bêtir jî bibînin, ji ber ku piraniya wan hîn di bin erdê de ne û nehatine dîtin," wî got jî.

Hîkmet tekezî li ser pêdviya danîna "stratejiyeke kar a niştîmanî" ji bo vegerandin û parastina monûnentên şûnwarî kir bi hevahengiyê ligel civaka navdewletî û ji bo vegerandina asewarên ku ji aliyê DAIŞ ve hatine dizîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500