Nûçeyên Iraqê

Rewangeh: rejîm destkeftîyan bi dest dixe li dijî tundrewan li bakur-rojavayê Sûrîyayê

Hêzên rejîma Sûrî du gund li bakur-rojavayê Sûrîyayê ji tundrew û komên opozîsyonê yên hevalbend vegerandin, piştî çend heftîyan ji pevçûnên xwînî yên ku bi dehan çekdar di wan de hatine kuştin, AFP Duşemê (29ê Tîrmehê) ragihand.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku gundên Cibîn û Tel Malihê li parêzgeha Hemayê bi şev ketin jêr kontrola rejîmê.

Rewangehê got ku çardeh çekdarên opozîsyonê û heşt alîgirên rejîmê di şerên li her du gundan de ji roja Yekşemê ve hatine kuştin.

Bakurê Hemayê ligel parêzgeha Idlibê û beşin ji Heleb û Laziqiyayê li jêr kontrola hevbendîya tundrew a Tehrîr el-Şam in.

Diviyabû ku ew herêm ji êrîşeke hikûmetê ya berfireh bê parastin li gorî rêkeftineke têkildarî avakirina zoneke bêçek a di Îlonê de hatibû wajûkirin, lê ew rastî bombebarana zêde ji alîyê Şamê û piştgira wê Mosko ve tê ji dawîya meha Nîsanê de.

Herwiha hêzên hikûmetê û tundrew li kevîka zona bêçek şer kir, şerên ku nêzî 2,000 çekdar di wan de hatine kuştin, di nav wan de bêtirî 930 alîgêrên rejîmê, di heman heyamê de, Rewangehê got.

Roja Duşemê, hêzên Sûrî Tel Malih û Cebîn ramaliştin bo lêgerîn li asêgehên tundrewan û baregeh û depoyên wan wêran kirin, jêdereke serbazî ji ajansa SANA ya fermî re got, û teqez kir ku wan gund vegerandin.

Herdu dever diketin jêr kontrola hêzên rejîmê û tundrewan de di van heftîyên dawî de, piştî zincîrek ji êrîşên tolhildar.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500