Hêzên alîgir ji rejîma Sûrîyayê re dest danî ser bajarokekî û gundekî li bakurê-rojavayê Sûrîyayê û ew ji dest komên dijberîyê û tundrewan vegerandin, Çarşemê (7ê Tebaxê), piştî pevçûnên dijwar ên ku bi dirêjahîya şevê qewimîn û dora 30 cengawer di wan de hatin kuştin.
Bajarokê Zekat û gundê Erbeîn li parêzgeha Hemayê beyanîya Çarşemê ketin jêr kontrola rejîmê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.
Rewangehê got ku pevçûnên bi şev qewimîn 10 ji alîgirên rejîmê û 18 çekdarên opozîsyonê kuştin, ku 13 ji wan tundrew in.
Êrîş bû encama pêşveçûna alîgirên rejîmê heta bi qeraxên bajarokê Kefir Zîta yê li jêr kontrola opozîsyonê û gundê Latamna li bakurê Hemayê, li gorî Rewangehê.
Hevbendîya tundrew a Tehrîr el-Şam ji Kanûna Yekem de bakurê Hemayê û herwiha Idlibê û beşinan ji parêzgehên Helebê û Laziqiyayê kontrol dike.
Balefirên şer ên rejîmê dîsan bordumankirina herêma Idlibê Duşemê berdewam kir piştî ragihandina bidawîanîna agirbesteke ku demeke kurt jîyan kir.
"Rejîm agirbest bi kar anî û hêzên piştevanîyê şandin bakurê Hemayê," serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman ragihand.