Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî şaneke DAIŞê li Felûcayê têk dibin

Hêzên Îraqî kompolyeke ji alîyê şaneke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve bo pêkanîna êrîşan li bajarê Felûcayê yê parêzgeha Enbarê vala derxistin, Wezareta Berevanîyê Çarşemê (22yê Gulanê) ragihand.

"Yekîneyên hewalgirî yên Firqeya 10ê ya artêşa Îraqî karîn şaneke teororîst li Nuemanîyê ji hev bixin," Wezaretê di daxuyanîyekê de got.

"Her çar kesên serekî ku plan dikirin ku operasyonên terorî di rojên bên de pêk bînin hatin girtin," wezaretê eşkere kir, û da zanîn ku destûr bo girtina wan hatibûn wergirtin li gorî madeya 4ê ya yasaya dijî terorê.

Daxuyanîyê dîyar kir ku ev operasyona parêzî li ser bingeha agahîyên hewlagirî hat pêkanîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500