Nûçeyên Iraqê

Şaneke terorîst a DAIŞê li nêzî sînorê Sûrîyayê tê têkbirin

Şaneke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li rojavayê Enbarê, li nêzî sînorê bi Sûrîyayê re, hat têkbirin, Wezareta Berevanîyê ya Îraqî Pênşemê (21ê Adarê) ragihand.

Wezaretê di daxuyanîyekê de eşkere kir ku bi xwesipartin bi agahîyên hewalgirî yên bi dîqet, yekîneyên Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî, Firqeya 8ê, bi hevkarî ligel yekîneya hewalgirî ya Lîwayê 32ê yê Piyade, şeş endamên şaneke terorîst girtin.

Daxuyanîyê got ku milîtan bi du koman li Qaimê û Kereblayê çalak bûn.

"Girtî endamên DAIŞê ne, yên ku weke endamên ewlekarîya rêxistinê dixebitîn, û hinek berpirsê rêbendên gerok bûn," daxuyanîyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500