Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî şaneke DAIŞê li Nînewayê ji hev dixin

Şaneke terorîst a "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgeha Nînewayê hat jihevxistin piştî çend heftîyan ji çavdêrîkirinê, Wezareta Berevanîyê ya Îraqî Sêşemê (27ê Tebaxê) ragihand.

Wezaretê di daxuyanîyekê de destnîşan kir ku "hêzek ji ajansa hewalgirîyê ya artêşa Îraqî şaneke terorîst ji hev xist û hemû endamên wê gitin li başûrê Geyara û taxa Somer li rojhilatê Mûsilê."

Wezaretê dîyar kir ku endamên şanê "rojhilat û rojavayê Mûsliê bo tevgera xwe bi kar tanîn da hêzên me bixapînin û nehêlin bi hêsanî bigihêjin wan."

Wê got ku "gelek endam li hejmareke oporasyonên xwe yên terorîst li parêzgehê mukur hatin."

Wezaretê daxuyand ku endamekî şanê berpirsê dizîya parzûngeha Qeyarayê bû û ji DAIŞê re rê dikir Sûrîyayê, yekî din jî berpirsê kolandina xendek û tunêlan bû.

Wezaretê dîyar kir ku endamên din jî xwe di nava penaberên wargeha Holê de veşartibûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500