Nûçeyên Iraqê

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk digirin ser dawîn asêgehên DAIŞê

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) destkeftîne din li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi dest xist li asêgeha rêxistinê li rojhilatê Sûrîyayê roja Duşemê (24ê Kanûna Yekem), ku bi hezaran kes ji ber şer neçar bûn berevin, AFP ragihand.

QSD, bi piştevanîya asmanî ji hevpeymanîya navdewletî, girt ser herdu deverên DAIŞê yên sereke ku xwe tê de ragirtibû, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got "şer aniha li gundên Şefa û Sûsê ye."

Herdu gund tewerên sereke yên ku ji dawîn molgeha DAIŞê mane li newela Çemê Feratê, nêzî sînorên Îraqî. Eger DAIŞ ev gund ji dest da, ew dê nema karibe tu deverên din ên xwedî şênî li Sûrîya û Îraqê kontrol bike.

Ebdul Rehman diyar kir ku "pêşketinên dawî di dest QSD'ê de ne û xuya dike ku DAIŞ nêzîk dê biherife."

Hevbendîya Erebî-Kurdî karîbû gelek êrîşên DAIŞê têk bibe û ji sê alîyên cihêreng ve bi pêş de diçû, peyvdarê QSD'ê Kîno Gabrîyêl got.

Çend sedek çekdarên asêgehê berevanîya dawîn parçeyê "Xîlafetê" dikin xîlafeta ku rêxistinê bi xwe ev yek ragihandibû.

QSD'ê roja Yekşemê ragihand ku wê 1,000 sivîl ji deverê rizgar kirin li cihê ku şer lê diqewimî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500