Nûçeyên Iraqê

Sivîl ji dawîn asêgeha DAIŞê li Sûrîyayê direvin

Bi hezaran sivîl, ku bi piranî xizmên çekdarên terorîst in, ji dawîn asêgeha "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li rojhilatê Sûrîyayê direvin, AFP Pêncşemê (27ê Kanûna Yekem) ragihand.

Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, 11,500 kes ji navçeyê revîyane ji dema ku Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) berevanîyên DAIŞê şikandin û beşê mezin ê Hecînê kontrol kirin berî du heftîyan.

"Di herdu heftîyên borî de pêla herî mezin" a koçberîyê pêk hat ji dema destpêkirina êrîşeke berfireh ve li dijî DAIŞê ji alîyê QSD di maha Îlonê de, Rewangehê got.

Rêxistina tundrew piranîya navendên bajêrvanî di demeke berê ya 2018an de ji dest dane, lê hîna hebûna wê li devera dûrdest li Hewzê Çemê Feratê heye.

QSD dest bi operasyonekê kir bi beşdarîya 15,000 şervanan bo rizgarkirina dawîn asêgeha tundrewan, navçeya Hecînê, roja 10ê Îlonê.

Hevbendîya Kurdî-Erebî roja 14ê Kanûna Yekem Hecîn kontrol kir.

"Piranîya kesên bêwarbûyî xizmên DAIŞê ne," serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman ragihand.

Wî got çekdar hewl didin ku di nava sivîlan de birevin bo xwe xelas bikin lê QSD heta aniha 700 kes girtine.

Wî got ku ji dema jidestdayîna Hecînê, endamên DAIŞê nikarîn ku berevanîyê li çeperên xwe bikin û ew bi lez bi paş dikevin.

Hîna DAIŞ kontrola gundên Şafa û Sûsayê dike û herwiha dest didyne li ser hinek gundên belawela li ser berava rojhilatî ya Feratê.

Ebdul Rehman got ku dawîn dever ji rûbera ku carekê "xîlafet" lê hat ragihandin li xaka Îraqê û Sûrîyayê dê di rojên nêzîk de were rûxandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500