Topavêja Îraqî roja Yekşemê (25ê Mijdarê) asêgehên"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li ser sînorê Îraqî- Sûrî kirin armanc, Wezareta Berevanîyê ya Îraqî got.
Weke beşekî ji "Operesyonên Hişysrîyê yên Dawî", topavêja Îraqî, bi alîkarîya hêzên Amerîkî û Frensî ji hevpeymanîya Navdewletî, veşartgehên DAIŞê li Kampa Sehmê li ser sînorê Îraqî-Sûrî kir armanc, wezaretê di daxuyanîyekê de got.
Daxuyanîyê got êrîş aramnac dikin ku nehêlin endamên DAIŞê bi dizî di sînor re derbas bibin, sînorê ku hêzên Îraqî bi temamî misoger dikin.