Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Fransa hîn bi aramîya herêmî pêbend e

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Leşkerên Fransî sîstema topavêjê CAESAR, ew jî topavêja howitzer a ji xweber kar dike li ser barkêşan tê barkirin, di şerê li Sûrîyayê de hat bikaranîn. [Wêne ji Wezareta Hêzên Çekdar a Fransî hatiye wergirtin]

Leşkerên Fransî sîstema topavêjê CAESAR, ew jî topavêja howitzer a ji xweber kar dike li ser barkêşan tê barkirin, di şerê li Sûrîyayê de hat bikaranîn. [Wêne ji Wezareta Hêzên Çekdar a Fransî hatiye wergirtin]

Fransa piştgirîya şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kir weke endamekî hevpeymanîya navdewletî ji sala 2014an ve, û ew hîn pêbend e bi misyona xwe ya aramkirina rewşê li Sûrîyayê, şirovekarên serbazî dîyar kirin.

Wan ji Diyaruna re ragihand ku ligel ku wê roleke sereke û mihwerî gerand di şerê li dijî DAIŞê de li Îraq û Sûrîyayê, Fransa pêbend e ku sivîlan li Sûrîya û li welatên mêvandarîya wan weke penaber dikin biparêze.

"Beşdarbûna Fransî bandoreke yekser û berdewam li xebata navdewletî kir ji bo tunekirina hebûna DAIŞê ya serbazî li Sûrîya û Îraqê," pisporê serbazî Telat Mûsa ji Diyaruna re got.

Wî da zanîn ku Fransa yek ji welatên pêşî bû ku tevlî hevpeymanîya navdewletî bû, û di êrîçên asmanî yên pêşîn de beşdar bû, yên ku DAIŞ di sala 2014an de armanc dikirin di çarçoveya Operasyona çareserîya bingehîn de.

Barkêşên bi alîkarîya Fransî barkirî ber bi Xûtaya Rojhilatî ve diçin. Alîkarî ji alîyê NY ve hatin belavkirin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Barkêşên bi alîkarîya Fransî barkirî ber bi Xûtaya Rojhilatî ve diçin. Alîkarî ji alîyê NY ve hatin belavkirin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Wî got ku ji wî çaxî ve wê êrîşên asmanî yên ku DAIŞ li sernaserê bakur û rojhilatê Sûrîyayê armanc dikirin û herî dawî li asêgeha dawî Baxozê li Dêra Zorê pêk anîn.

"Dibe ku Fransa demeke dirêjtir [li herêmê] bimîne, ji ber ku şerê li dijî DAIŞê hîn bi dawî nebûye," Mûsa got.

Wî anî ser ziman ku hîn komine bermahîyên DAIŞê mane ku divê werine paqijkiri, û destnîşan kir ku herwiha yekîneyên Fransî roleke girîng di rahênankirin û şîretkirina yekîneyên artêşa Îraqî de gerandin.

Operasyona Şemal

Operasyona Şemal a Fransî, navê bayekî bakur û rojavayî ye bi ser herêmê de tê, heta asteke mezin giranî da hêza cewî.

Mûsa got ku destwerdana serbazî ya Fransî di herêmê de xwe dispêre baregehên serbazî yên herêmî û barkêşên balefiran, bi taybet Charlesde Gaulle,herwiha barkêşên topavêjên ku rezeçîya wan dûr û navincî ye, di nav wan de sîstema topavêja CAESAR.

Zabitê topavêja artêşa Lubnanî yê berê eqîd Cemîl Ebû Hemdan ji Diyaruna re got ku derfet jê re çêbû ku ji nêzîk ve li sîstema topavêja CAESAR seyr bike.

CAESAR "varyanteke sererastkirî ye ji topavêja howitzerê ya meydanî ya 155mm re ya ku xwedî tevgereke astbilind e ji ber ku ew li ser peykerê barkêşeke serbazî hatiye danîn ya bi awayekî taybet hatiye çêkirin da ku wezn û taybetmendîyên wê bihewîne", wî got.

"Yekîneyên Fransî li Îraqê vê topavêjê ji guhestina bilind ya barkêşa ku li ser tê danîn bi kar tînin, ya ku di yek deqeyê de dikare were vêxistin û vemirandin" ji bo ku batrî neşewite, wî got.

CAESAR qudreta wê ya deqîq û bilind bo armanckirin heye "rêjeya avêtina ya herî bilind şeş geran her deqeyekê", wî anî ziman "herwiha ew dikare cebirxaneya dijî çekan ku herî dûr 40 kîlomitran diavêje."

Çareserîyeke siyasî

Tevî destwerdana wê di Sûrîya û Îraqê de, Fransa zêdeyî carekê biryara xwe derbirîn kir ku çareserîyeke siyasî ji şer re bibîne di çarçoveya biyara NY de, lêkolînerê siyasî Ebdul Nebî Bekar ji Diyaruna re ragihand.

Ji bo Sûrîyayê, Fransa piştgirîya çareserîyekê dike i gorî Daxuyanîya Cinêvê ya sala 2012an, ya ku planekê dideyne da ku tundîyê rawestîne û herdu alîyan ber bi çareserîyeke siyasî ve bibe.

Herwiha ew piştgirîya nexşeya rê ji bo proseya aştîyê dike, ya ku di Biryara Encumena Ewlehî 2254 ya sala 2015 de tê hewandin.

Wî got ku xebatên diplomasî yên Fransî bi awayekî sereke armanc dikin ku "êşa xelkên Sûrî rawestînin" û dawîyekê ji krîza ku ji sala 20111an ve berdewam e deynin, û mafên ku xelkên Sûrî dixwazin bidin wan.

Wî daxuyand ku herwiha xebatên Fransayê berfireh dibin bo belavkirina hewarçûna mirovî jî, û destnîşan kir ku "ew alîkarîya hewrçûn û yên mirovî ji xelkên Sûrî re ji sala 2014an ve dişîne, bi taybet di dema dorpêçkirina Xûtaya Rojhilatî".

Wî dîyar ku herî dawî, wê alîkarîya ji alîyê NY ve dabîn kir.

Bekar got ku Serokê Fransî Emmanuel Makron ev piştgirî di hejmarek ji helkeftinan de teqez kir û not kir ku Frensayê di Tebaxa sala 2018an de îlan kir ku wê bêtirî milyarek euro terxan kir da ku alîkarîyê bi xelkên Sûrî re bike.

Wî got ku ev yek dê çêbibe bi rêya piştgirîya yekser û herwiha bi rêya qerzan ji welatên ku mêvandarîya penaberên Sûrî dikin.

Di 1ê Nîsanê de, piştî demeke kurt ji ketina dewleta DAIŞê, wezîrê derve yê Fransî Jean-Yves Le Drian got ku Fransa dê milyonek euro terxan bike weke alîkarîya mirovî ji kampa Holê ya penaberan re.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500