Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Topxaneya Îraqî sînorê bi Sûrîyayê re asê dike

Xalid Taî

Leşkerên Hêzên Topxaneya Îraqî di rahînana cebirxaneyan de beşdar dibin li baregeha serbazî ya Besmayê li başûrê Bexdayê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Hêzên Topxaneya Îraqî di rahînana cebirxaneyan de beşdar dibin li baregeha serbazî ya Besmayê li başûrê Bexdayê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Weke hêmanekî sereke di toqê ewlehî de yê li dirêjahîya sînorê Sûrî Îraqî, hêzên Topxaneyê nahêlin ku endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi dizî derbas bibin û ew cihên rêxistinê ên li Sûrîyayê topbaran dikin.

Di êrîşekê de roja 28ê Kanûna Yekem, Hêzên Topxaneyê topbaraneke dijwar li ser armancên DAIŞê li bajarokên Şefaa û Hecînê li Sûrîyayê pêk anîn.

Gelek êrîşên topavêjê yên berê alîkarî kirin di girtina valahîyên ewlehî de, yên ku endamên DAIŞê sûd ji wan werdigirtin da ku derbasî Îraqê bibin, ên ku bermahîyên rêxistinê di cihekî biçûk de li Sûrîyayê dorpêç kirin, li rojhilatê Çemê Feratê.

"Hêzên Topavêjê armanckirina hemû tevgerên dijmin yan veşartgehên wan di hundirê Sûrîyayê de dewam dikin," peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş emîd Yehya Resûl got, û bal kişand ku girîngîya agirê topavêjê nekêmî êrîşên asmanî ye.

Hêzên Topxaneya Îraqî hêmanekî sereke ye di xebatên Îraqê de bo berevanîkirina li sînorê xwe bi Sûrîyayê re. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Topxaneya Îraqî hêmanekî sereke ye di xebatên Îraqê de bo berevanîkirina li sînorê xwe bi Sûrîyayê re. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

"Gelek caran em vî çekî bi kar tînin da ku em nehêlin DAIŞ [li nêzîkî sînor] bicive û ti çalakîyên terorîst li welatê me plan nekin," wî ji Diyaruna re got.

"Topxaneya Îraqî dewseke berçav hişt di tinekirina cihên terorîstan de di dema şerên rizgarkirinê de," Resûl got, û not kir ku ew aniha roleke bandorbar digerîne di ewlekirina sînorê bi Sûrîyayî re.

Bi awayekî baş hatine rahînankirin û çekdarkirin

Ligel rahînanerên ji alîyê hevpeymanîya navdewletî, bi taybetî yên Fransî,Hêzên Topxaneyê di rahînanên li ser cebirxaneyên jîndar de cih digirin da ku jêhatîyên leşkeran di warê topavêja pêşketî û armanckirina deqîq de xurt bikin

"Em pêşketineke mezin derbarê bilindkirina asta beşê topavêjê pêk tînin" wî got, û anî ziman ku ev yek nûjenkirina çekan jî dihundirîne.

Wî got ku "Wezareta Berevanîyê kar li ser dabînkirina çekên topavêjê yên herî nûjen," wî got, di nav wan de topavêja 198 M, parçeyekî topavêjê 155 mm bi medaya 22 kîlometran.

Hêzên Topxaneyê di van herdu salên dawî de bi awayekî baş bi pêş ket bi saya piştgirîya şandeya rahînankirinê ya Fransî ya pispor, pisporê warê ewlehî Casim Hanûn ji Diyaruna re got.

"Rahînerên Fransî şîyanên leşkerên Îraqî bilind kirin di warê teyorî û paratîk de," wî got, ligel dabînkirina topavêjê û alavên diqeta zîrek ên ku operasyonên hevahengîyê di rêya satelayteke Fransî re dişopînin.

"Leşkerên me êrîşên pîşeyî yên astbilind li dijî armancên terorî li alîyê Sûrî pêk tînin, bêyî ku derfetê bidin DAIŞê ku bi dizî di sînor re derbas bibin," wî got.

Hanûn got ku aniha Hêzên Topxaneyê bi awayekî baştir û jîrtir amade ne, û ew dikare li deverên biyabanî yên dûr belav bibe da ku veşartgehên DAIŞê wêran bike.

DAIŞ li Sûrîyayê hatiye dorpêçkirin

"Hejmarek siwênkarên depokirina xwarin û cebirxaneyan ji destên DAIŞê çûn , herwiha navendên kontrolê, fermandarî û rahînankirinê û kargehên siwareyên bombekirî li rojhilatê Sûrîyayê di encama êrîşên topxaneyên Îraqî û navdewletî," Hanûn got.

Hêzên Topxaneyê, ligel yekîneyên serbazî yên din li dirêjahîya sînor belav bûne, "kemerekî ewlehî yê asê yê ku ji xendeq, kamereyên çavdêrîyê û balefirên bê balefirvan pêk tê sepandiye", wî got.

Wî eşkere kir ku planine din hene bo qayimkirina ewlehîyê li dirêjahîya sînor.

"Aniha gelek beşên artêşê hene û pêşbînî heye ku fewcine din ji Ajansa Dijî Terorîzmê û polîsê Federal werin belavkirin daku pagerîya snîor asê bikin û destwerdanên lezgîn pêk bînin," wî got.

Şarederê Qaimê Ehmed Dilêmê ji Diyaruna re got ku Hêzên Topxaneyê bi awayekî xurt li bajarokê Qaimê li ser sînorê Îraqî hazir e.

"Leşkerên Topxaneya Îraqî û hevkarên wan ên Fransî çavdêrîya dijmin dikin û bi berdewamî êrîşî cih û kombûnên wan ên nêzî devra sînorî li Sûrîyayê ya li raserî Qaimê dikin ," wî got.

"DAIŞ tûşî gurzên êşdar li ser destên van leşkeran hat," Dulêmî got, û anî ziman ku armancên DAIŞê yên di navbera Hecîn û Baxozê de li Sûrîyayê ji alîyê topavêja giran û êrîşên asmanî ve hatine bombebarankirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ev çi ye?

BERSIV BIDE