Polîsê Îraqî komeke çete ku bazirganî bi hebên hişbir dikirin li Rutbayê, li parêzgeha Enbarê girtin, û 28,750 hebên hişbir bi wan re bû, Fermandarîya Polîsê Enbarê Pêncşemê (27ê Îlonê) ragihand.
"Hêzên ewlekarîyê pênc endamên komeke çete ya xeternak giritn, koma ku bazirganîya hebên hişbir dikir û wan bi qaçaxî derbasî Îraqê dikir bo wan bifiroşe ciwanan," serokê polîsê Enbarê lîwa Hadî Kesar Erzayic ji Diyaruna re eşkere kir.
"Endamên koma çete li Armîlayê li navçeya Rutbayê hatin girtin," wî da zanîn, û balkişand ku "ew bo beşê lêpirsînê hatin veguhestin".