Nûçeyên Iraqê

Dest li ser bi hazarên hebên hişbir li Besrayê tê danîn

Hêza nehiştina hebên hişbir li Besrayê, bi piştgirîya yekîneyên hewalgirî, dest danîn ser zêdetir ji 40,000 hebên hişbir ên ku bi qaçaxî derbasî Îraqê hatibûn kirin, fermandarîya polîs Çarşemê (24ê Nîsanê) ragihand.

"Li ser bingeha agahîyên hewalgirî û çavdêrîkirina pêşwext, hêzên hevbeş sê gumanlêkirî girtin li avahîyeke niştecihbûnê û zêdetir ji 40,000 hebên hişbir bi wan re hatin dîtin," muqedem Ehmed Saedî ji fermandarîya polîsê Besrayê ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku "gumanlêkirî, ku li qaçaxîya dermanên hişbir bo Îraqê mukir hatin, aniha rastî lêpirsînê dibin," û da zanîn ku operasyon beşeke ji pêngaveke berfireh li dijî bazirganîya bi hebên hişbir li Îraqê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500