Nûçeyên Iraqê

6 Îranî ji ber qaçaxîkirina dermanên hişbir bo Îraqê tên girtin

Şeş Îranî vê heftîyê hatin girtin ji ber hewla anîna dermanên hişbir bi qaçaxî bo Îraqê di dergehê sînorî yê Şibê re, polîsê Îraqî li parêzgeha Meysanê li rojhilatê Îraqê Înê (18ê Cotmehê) ragihand.

"Her şeş Îranî ligel pêlên serdanvanên olî derbasî Îraqê bûn," eqîd Husên Wadî Rubeyî ji polîsê Meysanê ji Diyaruna re ragihand.

"Dest li ser dermanên ku ji mês Krîstal, heşîş, tiryaq û hebên hlweseyê pêk dihatin hat danîn," wî got.

"Gunehbar li gorî yasaya Îraqî bo girtîgehê hatin birin û ew bi bazirganîya hebên hişbir hatin tawanbarkirin ji ber mêjerên ku bi wan re hatin dîtin," wî daxuyand.

"Ew ji hêla Gumrika Herêma Başûrî ve bo Beşê Nehiştina Hebên Hişbir ê Fermandarîya Polîsê Enbarê hatin veguhetin li benda şandina bo dadgehê li gorî madeya 14ê ya Yasaya Cezayên Îraqî," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500