Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî veşartgeheke DAIŞê dibînin, û 12 tundrûyan li Selahedînê dikujin

Hêzên Îraqî yên hevbeş 12 endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di pevçûnine çekdar de kuştin di derengîya roja Pêncşemê (2yê Tebaxê) li parêzgeha Selahedînê, polîsê Îraqî di daxuyanîyekê de eşkere kir.

Di nav van kuştîyan de Ebû Tîba Bexdadî bû, serkirdeyê Wîlayeta Bexdadê ya DAIŞê, serokê polîsê Selahedînê lîwa Qendîl Cibûrî ragihand.

Wî got ku endamên DAIŞê li xanîyekî li Ferhatiyayê li başûrê Tekrîtê di civînê de bûn.

Wî got ku "êrîşa li ser veşartgeha DAIŞê li ser bigeha agahîne hewalgirî bûn ku piştrast kirin ku ew li wî cihî bûn."

Wî anî ziman ku niştecihên xwecihî yên bi hêzên ewlekarîyê re alîkar in agahîne hûr pêşkêş kirin ku ji hêla raportên hewalgirîyê ve hatibûn piştraskirin derbarê hebûna endamine terorî li wir.

Ev belgeyeke din e ku teqez dike Îraqî "aniha hemû planên terorî û karên tawankarî red dikin", wî ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500