Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Paşmahîyên DAIŞê gundine dûr û paşguhkirî li Diyalayê dikin armanc

Ala Husên li Bexdayê

Gundî dest ji malên xwe berdan li gundê Merdan yê parêzgeha Diyalayê, yê ku li derdora navçeya Xaneqînê ye, piştî ku rastî êrîşa "Dewleta Îslamî" hatin. [Wêne ji rûpela Sema Xaneqîn ya Facebookê hatiye wergirtin]

Gundî dest ji malên xwe berdan li gundê Merdan yê parêzgeha Diyalayê, yê ku li derdora navçeya Xaneqînê ye, piştî ku rastî êrîşa "Dewleta Îslamî" hatin. [Wêne ji rûpela Sema Xaneqîn ya Facebookê hatiye wergirtin]

Şanene biçûk û belawela yên paşmahîyên DAIŞê êrîşî gundine dûr û paşguhkirî li parêzgeha Diyalayê dikin, tevî ku berpirsine ewlekarîyê ji Diyaruna re dibêjin ku wan karî asêgehên dawîn ên rêxistinê ji holê rakin.

Piranîya êrîşan di nîvê şevê de qewimîn ji hêla şanên DAIŞê yên ku ji dûrbûna gundan û hejmara kêm a endamên ewlekarîyê sûd wergirtin.

"Êrîşên terorî li gelek gundên dûr û paşguhkirî xistin li Diyalayê, di encamê de hejmarek mezin bûn qurbanî û bi dehan sivîl aware bûn," endamê encumena parêzgeha Diyalayê Hoşyar Smaîl wiha ji Diyaruna re got.

Wî daxuyand kupêleke koçberîyê li gundê Merdanê yê Kurdan çêbû li derdora navçeya Xaneqînê, li bakurê Diyalayê.

Wî anî ziman ku "Merdan û gundên li derdora navçeyên Xaneqînê, Celewla û Qara Tebayê rastî 40 êrîşan hatine di kêmî 10 mehan de, ku di encamê de hejmarek kes hatine kuştin."

Smaîl got ku ev dever ji ber hebûna qels a ewlekarîyê rastî êrîşan tên, çiku hêzên artêş û polîsê li navendên bajaran bi cih dibin, û rêyên derve û gund û bajarokên dûr û paşguhkirî bê parastin dihêlin.

"Erîşine belawela"

Bi van "êrîşên belawela", paşmahîyên DAIŞê dixwazin hebûna xwe teqez bikin û peyamekê bişînin ku rêxistin hîn çalak e, peyvdarê Wezareta Hundir, lîwa Yehya Resûl ji Diyaruna re ragihand.

Wî got lê belê ev yek nikare rastîyê biguherîne, rastîya ku piştî têkçûna wê ya serbazî, DAIŞ nema dikare xwe li hember hêzên Îraqî bigirin.

"Hêzên ewlekarîyê û xebatên hewalgirîyê paşmahîyên rêxistinê dişopînin û li derdora Diyala, Kerkûk û Selahedînê êrîşî wan dikin," wî anî ziman.

Wî eşkere kir ku operasyonaTolhildana bo Şehîdan , ku ji hêla fermandarîyên operasyonan li hersê parêzgehan pêk hat, paşmahîyên DAIŞê û lanên wê li van deveran kirin armanc.

Resûl got ku "tehedîyên terorî li ser erdê hene, û teqez kir ku hêzên ewlekarîyê yên Îraqî ne xemsar bûn û ne jî dê xemsar bin di pêkanîna erkên xwe de bo paşmahîyên terorî têk bibin."

Wî dîyar kir ku ew dixwazin hemû gund û bajarokên dûr û paşghkirî biparêzin, tevî ku ev yek hinek dem û piştgirîyeke gelêrî ya zêdetir bo artêşa Îraqî dê bixwaze.

Armanckirina paşmahîyên DAIŞê

Kesên ev êrîşên sînordar pêk anîne ew in "Îraqîyên ku bi DAIŞê re dilsoz bûn û gava ku DAIŞ bajar kontrol kir wan sozdarî jê re ragihand û paşê ew reviyan çîya û deverên dûr û paşguhkirî piştî têkçûna wê," analîzerê serbazî Sefa Asim got.

Wî teqdîr kir ku "dora 600 endamên DAIŞê reviyan deverên dûr û paşguhkirî û herwiha çîyayan" piştî pevçûnên rizgarkirinê.

Wî ragihand ku hêzên Îraqî agahîne hewalgirî derbarê piranîya van çekdaran de di dest de hene, û lanên wan li derdora parêzgehên Kerkûk, Selahedîn û Diyalayê armanc dikin û herwiha li gelîyê Hemrînê.

Ew herwiha bi dûv endamên DAIŞê dikevin bi dirêjahîya rêya Kerkûk- Bexda, rêya ku di Tuz Xirmatoyê, li parêzgeha Selahedînê, û bajarên Diyalayê re diçe, Asim wiha got.

Wî anî ziman ku "operasyonên serbazî yên berdewam ên li dijî van koman hiştin ku gelek lan rastî êrîşan bên û 16 komgehên çekan werin desteserkirin, herwiha bûn encama kuştin û girtina hejmarek ji wan."

Lê belê hêzên Îraqî hîna gerekdarî demê ne daku bigihêjin hemû paşmahîyên rêxistinê, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Her bijî!

BERSIV BIDE