Nûçeyên Iraqê

4 endamên DAIŞê li navenda Bexdayê tên girtin

Hêzên Îraqî çar endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di operasyoneke hevbeş ya di navbera polîs û ajansa dijî terorê de li navenda Bexdayê girtin, Wezareta Hundir îroj Çarşemê (30ê Gulanê) ragihand.

"Hêzên ewlekarîyê çar endamên DAIŞê di xanîyekî kirêkirî de li navenda Bexdayê girtin ku wan operasyonine terorî li paytextê plan dikirin," berdevkê wezaretê emîd Saed Maen ji Diyaruna re got.

Wî got ku ajansa dijî terorê û polîsê Bexdayê operasyon li ser bingeha agahîne hewalgirî pêk anîn ku ew haydar kirin ji hebûna çar endamênen DAIŞê, wan terorîstan nasnameyên sexte bikar tanîn.

Wî got ku hêzên ewlekarîyê dest danîn ser çek û aytimên din, û da zanîn ku agahîyên li dor tevgerên rêxistinê li ser mobayîlên wan hatin dîtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500