Bêhtir ji 37,000 bêwaran ji parêzgeha Necefê vegeriyan warên xwe li sê parêzgehên Îraqî, Komîsyona Mafên Mirov a Îraqî îroj Sêşemê (31ê Tîrmehê) ragihand.
Bi giştî 37,290 bêwar ji parêzgeha Necefê bo Nînewa, Enbar û Kekûkê vegeriyan piştî ku ev parêzgeh ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin rizgarkirin, endamê komîsyonê, Fadil Xezawî, di daxuyanîyekê de ragihand.
"Ew bi qîm û riza xwe vegeriyan piştî ku navçeyên wan yên rizgarbûyî hatin çaksazîkirin û xizmetguzarî hatin berdestkirin," wî got.