Nûçeyên Iraqê

Malbatên bêwar divegerin devera Bexdadê

Bêtirî 1,000 malbatên bêwar vegerane malên xwe li Bexdayê piştî bidawîhatina operasyonên paqijkirina paşmahiyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), Fermandariya Operasyonên Bexdayê roja Pêncşemê (26ê Cotmehê) got.

Li gorî qewîtiyên serokwezîr Heyder Ebadî, "1,200 malbat vegeriyan deverên xwe yên resen li Ersan, û 110 malbat vegeriyan Herkawî, li başûr û başûr-rojavayê Bexdayê", fermandariyê di daxuyaniyekê de got.

Daxuyaniyê eşkere kir ku malbat vegeriyane deverên xwe piştî ku ew ji teqemeniyên pêşxistî yên ku DAIŞ çandibûn hatin paqijkirin.

"Nofekî din ji malbatan ê nêzîk vegerin malên xwe piştî ku belgehên wan bên pişkinînkirin û wiha dê doseya awarebûyîna ji Bexdayê bê girtin," daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500