Nûçeyên Iraqê

Karwana dawî ya awareyan vedigere Bexdayê

Karwana dawî ya malbatên aware ku salên dawî ji Bexdayê reviyan ji ber "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) vegeriyan malên xwe li derdor û gundewarên paytextê, berpirsan roja Pêncşemê (28ê Kanûna Yekem) ragihand.

"Roja Çarşemê, 339 malbatên aware vegeriyan devera Lehîb li Ebû Xirêb," fermandarê operasyonên Bexdayê, ferîq Celîl Rubeyî, got.

Wî got ku hejmara total a malbatên aware ku vegeriyane 16,000 e.

"Li vir em girtina dosyeya awareyan li Bexdayê digrin," Rubeyî got.d.

Wî got ku 8,000 malbat vegeriyane deverên xwe li başûrê Bexdayê, û weke vê hejmarê jî vegeriyane bakurê Bexdayê, anî ziman ku "hemû xizmetguzariyên pêwîst ji bo vegera van malbatan hatine dabînkirin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500