Nûçeyên Iraqê

68,000 malbat vedigerin Tikrîtê

Zêdetirî 68,000 malbatên aware vegeriyan malên xwe li Tikrîtê, Wezareta Berevaniyê ya Iraqê roja Înê (5'ê Tebaxê) got.

“Hejmara malbatên ku ji kampên awareyan vegeriyane deverêm xwe yên rizgarkirî li Tikrîtê gihiştiye 68,416 malbatan,” wezaretê di daxuyaniyekê de got.

“Rêveberiya Îstixbaratê datayên van malbatan tekez kirin daku piştrast bin ku ti hevahengiya wan bi terorîstên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) re tune ye û ji bo piştrast bin ku ti çalakiyên terorê venagerin bajar û derdorên wê,” di daxuyaniyê de hat gotin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500