Nûçeyên Iraqê

Polîsê Enbarê operasyoneke peygerînê li deverên gundewarî det pê dike

Hêzên polîsê Îraqî li Enbarê operasyonên peygerînê li gund û deverên gundewarî li parêzgehê dest pê kirin bo piştrasbûn ji nebûna endamên mayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

"Hêzên ewlekariyê dest bi operasyonekê kirin bo maliştina gundan, deverên gundewarî, zeviyên çandiniyê, bistanên himbiz bo lêgerîna li veşargeh, çek û teqemeniyên terorîstan," serokê polîsê Enbarê, lîwa Hadî Kesar Erzayic, ji Diyaruna re ragihand îro Sêşemê (6ê Adarê).

Wî got ku pêngav armanc dike ku nehêlê DAIŞ vegere û dîsan rêzên xwe rêk bixe.

"Çek û teqemeniyên bidestçêkirî hatin dîtin û şeş kesên tên daxwazkirin hatin girtin di roja yekem a operasyonê de," wî got.

Di heman demê de, Wezareta Koç û Koçberan a Îraqî îro Sêşemê ragihand ku 581 bêwar vegeriyan malên xwe li Qaimê li rojavayê Enbarê.

"Dora 90 malbatan, an jî 503 kesan, vegeriyan malên xwe li Qaimê ji kampên Xalidiyê, Hebaniyê and Kîlo 18," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

"Çardeh malbatên bêwar, dora 78 kesan in, vegeriyan warên xwe li Qaimê ji kampa Durayê li Bexdayê," daxuyaniyê got, wê da zanîn jî ku malbat bê beramber bi bas û kemyonên ku wezaretê peyda kiribûn hatin veguhestin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500