Nûçeyên Iraqê

4 êrîşên terorî li Bexdayê tên çepelkirin

Hêzên Îraqî çar êrîşên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên ku Bexda dikirin armanc di rojên dawîn de çepel kirin, Fermandarîya Operasyonên Bexdayê roja Yekşemê (22yê Tîrmehê) ragihand.

"Hêzeke Fermandarîya Operasyonên Bexdayê, bi hevahengî ligel ajansên hewalgirî, çar operasyonên terorî çepel kirin, ên ku deverine girîng û jîyandar ên tijî sivîl li Bexdayê dikirin armanc," fermandar ferîq Celîl Rubeyî di daxuyanîyekê de eşkere kir.

Wî got ku rewşa ewlehî li Bexdayê aram e, û da zanîn ku hemû endamên şana ku ev êrîş plan dikir hatin girtin û aniha lêpirsîn bi wan re tê kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500