Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî planên DAIŞê ku êrîşî sivîlan bikin li başûrê Bexdayê têk dibin

Xalid Taî

Endamine Ajansa Dijî-Terorê di 1ê Cotmehê de qaseyeke baş a materyala TNT derxistin, ku paşmahîyên DAIŞê di bin erdê de veşartibûn li Letîfiyayê, li başûrê Bexdayê. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorê hatiye wergirtin]

Endamine Ajansa Dijî-Terorê di 1ê Cotmehê de qaseyeke baş a materyala TNT derxistin, ku paşmahîyên DAIŞê di bin erdê de veşartibûn li Letîfiyayê, li başûrê Bexdayê. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorê hatiye wergirtin]

Ajansa Dijî-Terorê ya Îraqî planeke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) a pêkanîna êrîşên terorî li başûrê paytextê çepel kirin, peyvdarê ajansê Sebah Numan Çarşemê (2yê Cotmehê) ji Diyaruna re ragihand.

Wî ragihand ku bi rêya xebatên xwe yên hewalgirî, ajansê agahî derbarê nîyeta DAIŞê ya ku êrîşine terorî li başûrê Bexdayê pêk bîne wergirtin.

Numan anî ziman ku hêzeke ajansê, bi hevahengî bi yekîneyên artêşê re, Sêşemê operasyoneke lêgerînê pêk anî û 750 kîlo ji TNT desteser kirin ku di 20 çiwalan de li zevîyeke çandinîyê de li devera Letîfiyayê bûn.

Wî got ku teqemenî ji hêla terorîstan ve hatibûn komkirin "bo sazkirina bombeyên bidestçêkirî yên ku dê li dijî sivîlan werin bikanîn," û da zanîn jî ku embara yedek hat desteserkirin û wêrankirin.

Paşmahîyên DAIŞê embareke TNT, ku materyaleke pir teqîner e, li zevîyeke çandinîyê veşartibûn li Letifiya, li başûrê Bexdayê. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorê hatiye wergirtin]

Paşmahîyên DAIŞê embareke TNT, ku materyaleke pir teqîner e, li zevîyeke çandinîyê veşartibûn li Letifiya, li başûrê Bexdayê. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorê hatiye wergirtin]

Endamine Ajansa Dijî-Terorê rahînanên leşkerî dibînin. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorê hatiye wergirtin]

Endamine Ajansa Dijî-Terorê rahînanên leşkerî dibînin. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorê hatiye wergirtin]

Xebatên hewalgirîyê encamên xwe bi dest dixînin

Numan got ku operasyon a herî dawî ye ji zincîrek ji "operasyonên baş" ên bûn encama kuştin û girtina serkirdeyên terorîst û herwiha wêrankirina veşartgehên wan û embarên wan ên çekan.

Wî anî ziman ku "em li ser agahîyên me ji çavkanîyên hewalgirîyê wergirtine tev digerin, bi hevahengîyeke mezin bi ajansên ewlekarî û serbazan re."

Numan dîyar kir ku îsal, bi piştevanîya balafirên hevpeymanîya navdewletî, ajansê "êrîşine wêranker" li ser armancên terorî pêk anîn, bi rêya daketinên asmanî û bombebaranên giran li ser veşartgeh û rêyên veguhestin û îmdadê.

Numan da zanîn ku "êrîşên me deqîq bûn û gelek dever armanc kirin, di nav de gelek deverên li biyabana Enbarê, sînorê Îraqî-Sûrî, Girava Şerqat, bilindahîyên Nînewayê, başûrê Kerkûkê û girên Hemrînê."

Wî serketina vê yekê li "pêşxistina karê hewalgirî û perwerdekirina berdewam a endamên ajansê li ser nûjentirîn hunerên şer vegerand."

Numan destnîşan kir ku tîmek ji hevpeymanîya navdewletî alîkarîya hêzên ajansê dike ku jêhatîyên pêwîst bi dest bixin bo têkbirina dijmin, armancên dijber destnîşan bikin, li cihên dijwar û aloz şer bikin û karibin bi girtîyan re elaqedar bibin.

Wî eşkere kir ku ajansê "çekine nûjen" jî wergirtine ku bi kar û xebatên wan re diguncin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500