Nûçeyên Iraqê

Medyaya rejîma Sûrîyayê: Rojnamegerek di pevçûnên li başûr de hatiye kuştin

Rojnamegerekî Sûrî ku li televîzyoneke ser bi rejîmê dixebitî hat kuştin li parêzgeha Qunêtrayê ya li başûrê welat , li cihê ku hêzên rejîmê şerê çekdarên opozîsyonê dikin, AFP roja Duşemê (16ê Tîrmehê) ragihand.

Mustefa Selama, xebatkarê televîzyona Sema, li parêzgeha Qunêtrayê hat kuştin piştî "di bombebaranekê de birîndar bû" li navçeya Meşarayê, medyaya rejîmê wiha got.

Ji Adara 2011an de, bêhtirî 350,000 kes hatiye kuştin di milmilanîya Sûrîyayê de -- dewleta herî kujêner ji xebatkarên medyayê re li ser asta cîhanê di salên borî de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500