Nûçeyên Iraqê

Basên bo veguheztina opozîsyona Sûrîyayê bo derveyî navçeya başûrî gihiştine

Îroj Înê (20ê Tîrmehê) bas kom bûbû li navçeyekê li başûr rojavayê Sûrîyayê bo veguheztina çekdarên opozîsyonê û sivîlan bo navçeya li jêr kontrola opozîsyonê li bakurê welat, AFP ragihand.

Veguhestin li gor rêkeftineke radestkirinê ya vê heftîyê ye, ya di navbera Rûsya û nunerên opozîyona Sûrîyayê li parzêgeha Qunêtrayê pêk hat, û li gor wê dê ev navçe vegere jêr kontrola rejîmê.

Çekdarên opozîsyonê dê navçeya ew kontrol dikin li Qunêtrayê û li herêma veqetîn a hevsînorê Bilindahîyên Colanê rast bikin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov û jêdereke opozîsyonê eşkere kirin.

Rewangehê got ku rêkeftin pêkanîna korîdoreke ewleh bo bakurê Sûrîyayê ji kesên ku qebûl nakin li jêr serwerîya rejîmê bijîn dihundirîne, û bas îroj Înê derbasî deverê dibûn bo veguhestina xelkê û çakdaran.

Bas roja Pêcşemê gihiştin navçeya li jêr kontrola rejîmê li Qunêtrayê, "û îroj derbasî deverên opozîsyonê bûn bo pêkanîna derxistinê", serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

Wî got ku hîna ne dîyar e ka hejmara çekdar û sivîlên ku dixwazin bên derxistin çiqas e, lê dê bas xelkê ji çend cih û rawestgehan hilgirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500