Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rejîma Sûrî girekî stratîjî li Deraayê vedigerîne jêr kontrola xwe

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Zabitekî artêşa Sûrî li meydana sereke ya bajarokê Harayê yê parêzgeha Deraayê radiweste piştî hêzên rejîmê derbasî bûn û dest danî ser girê wî yê stratîjî. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Zabitekî artêşa Sûrî li meydana sereke ya bajarokê Harayê yê parêzgeha Deraayê radiweste piştî hêzên rejîmê derbasî bûn û dest danî ser girê wî yê stratîjî. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Rejîma Sûrî deverên dervey kontrola wê li gundewarê Deraayê bi awayekî tam vegerandin û hêzên wê derbasî bajarokê Harayê bûn li beşê parêzgehê yê bakur û girê wê yê nêzîkvegerand, jêdereke xwecihî got.

Ev yek hat li gel bombebarankirina giran û êrîşên asmanî di van çend rojên bûrî de, hêzên artêşa Sûrî derbasî bajar bûn yekser piştî ku bombebarankirin rawestiya, zabitê Artêşa Azad a Sûrîyayê Yasir Turkmanî ji Diyaruna re got.

Wî got ku bombebarankirina ku çend rojan li ser Harayê berdewam kir, bajarokê gundewarê Deraayê û girê wî yê stratîjî hişt ku çekdarên opozîsyona Sûrî neçar bibin ku jê vekişin û vê yekê rê li ber rêjîma Sûrî vekir ku derbas bibe.

"Êrîşên asmanî gelek bûn û tê pêşbînkirin ku hejmara qurbanîyan di nav refên çekdarên opozîsyonê de bilind be," wî anî ziman.

Turkmanî got ku parçebûn kete nav refên opozîsyonê de, di navbera wan kesên ku li djî û yên piştgirîya lihevhatina bi rejîmê re ne, vê yekê hişt ku bombebarankirin û êrîşên asmanî careke din dest pê bikin.

Wî got ku ew kesên ku li dijî lihevhatinê ne li hin taxên Harayê, girê Harayê û li Jedêrayê ne, gundewarekî piçûk e dikeve alîyê rojhilat de.

Bêtirî 200 êrîşên asmanî, 100 mûşekên erd-erd û bi sedan bombeyên topavêjan ên meda wan navîn hatin hejmartin di 24 saetên berî ku berî rejîm derasî herêmê bibe.

Çarenûsa opozîsyonê ne dîyar e

Turkmanî got ku kontrolkirina girê Harayê xwedî pêwîstîyeke mezin e ji ber ew yek ji xalên herî bilind e li herêmê û dihêle partîya ku wî kontrol dike karibe deverên derdora wî jî kontrol bike.

Wî got ku bi derbasbûna Harayê û vegerandina gir û gundên Silmîn, Zimrîn û Xirbet el-Melîhayê, rejîma Sûrî aniha hema bibêje tevahîya herêma Deraayê kontrol dike, ji bilî devereke biçûk ku ji alîyê koma Xalid ibn el-Welîd ve, ya girêdayî "Dewêeta Îslamî", tê kontrolkirin.

"Çarenûsa çekdarên opozîsyonê yên li dijî lihevhatinê ne hîn ne dîyar e," Turkmanî got, "ji ber têkilî bi wan re qut bû, lê piranîya wan kesên ku lihevhatin qebûl kirin naxwazin ku ber bi parêzgeha Idlibê ve herin."

Wî da zanîn ku ew kesên ku ne li dijî lihevhatinê ne tedbîrên ewlekarî yên ku dê di navbera wan û rejîmê de werin organîzkirin qebûl kirine.

"Dibe ku ev çekdarên ku dê tevlî refên feyleqê Pêncem ê nû hatiye damezrandin, liwayekî Sûrî ye ku hatiye damezrandin da ku endamên komên opozîsyonê ên lihevhatin bi rejîmê re qebûl kirin bihundirîne," wî got.

Pêşniyar heye ku rejîm dê vî liwayî bi kar bîne di şerê li dijî bermayîyên DAIŞê û Ceyş Xalid ibn el-Welîd de li herêmê.

Rejîm ber bi Qunêtrayê ve diçe

Êrîşên asmanî îro Sêşemê (17ê Tîrmehê) heft sivîl li parêzgeha Qunêtrayê ya hevtixûb kuştin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Rejîm ji roja Yekşemê ve Qunêtrayê bombebaran dikeji dema ku ew hewl dide ku wê vegerîne, piştî ew bi ser ket û piranîya Deraayê di kêmtirî mehekê de vegerand.

"Şeş sivîl, di nav wan de du jin û sê zarok, di êrîşên asmanî yên nêzîkî Eyn el-Tînayê hatin kuştin" ya li ser sînorê Qunêtrayê bi Deraayê re, Rewangehê got.

Tavilê dîyar nebû eger êrîş ji alîyê rejîmê yan hevbenda wê Rûsya hat cîbicîkirin, Rewangehê got.

Li rojavayê parêzgeha Deraayê ya hevtixûb, êrîşên asmanî yên Rûsî sivîlek nêzîkî gundê Elîyayê kuşt, Rewangehê got.

"Îro sibehê, êrîşên asmanî yên Rûsî yên giran û bermîlên teqîner ên ji alîyê rejîmê ve hatin avêtin devereke di navbera Qunêtra û Deraayê de armanc dikirin," birêveberê Rewangehê Ramî Ebdil Rehman got.

Wî got ku hebûna Tehrîr el- Şam li wê deverê heye.

Hevbenda tund di agirbesta di navbera rejîm û çekdarên opozîsyonê de ya ku li Dreaayê hat îlankirin di destpêka vê mehê de nayê hundirandin.

Li qunêtrayê, çekdarên opozîsyonê herî kêm li pênc bajarokan ala niştimanî hildan, ew hewl didin ku bigihine eynî rêkeftinê bi rejîmê re, Ebdil Rehman got.

"Komên opozîsyonê li van bajarokan nema şer dikin da ku dûrî bombebarankirin û wêrankirinê bin," wî got.

Rewangehê got ku di du rojan de ji Yekşemê ve, herî kêm 43 ji hêzên rejîmê hatine kuştin li Deraa û Qunêtrayê, lê 48 rundrew û çekdarên opozîsyonê mirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500