Hêzên Îraqî milîtanekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yê dihat xwestin ji ber rolgerandina di gelek êrîşên terorî li parêzgeha Enbarê hat girtin, Fermandarîya Operasyonên Hevbeş a Îraqî îroj Duşemê (9ê Tîrmehê) ragihand.
"Bi hevahengî li gel Ajansa Hewalgirîyê, artêşên serkêşekî xeternak ê DAIŞê girt, di kemînekê de li navçeya Terabşayê li Girava Remadîyê," berdevkê fermandarîyê, emîd Yehya Resûl di daxuyanîyekê de eşkere kir.
"Terorîstê dihat xwestin rol gerandibû di serpereştîkirin, plangêrî û pêkanîn operasyonên terorî yên meszin de ...yên ku hêzên me yên ewlekarîyê û sivîlên bêsûc kirin armanc," wî got.