Nûçeyên Iraqê

Şaneke terorî li Remadîyê tê têkbirin

Şaneke terorî li Remadîyê, paytexta parêzgeha Enbarê hat têkbirin, Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî ya Wezareta Berevanîya Îraqê di daxuyanîyekê de îro Çarşemê (5ê Kanûna Yekem) ragihand.

Wezaretê dîyar kir ku Beşê Hewalgirîya Serbazî ya Lîwayê 38ê yê Piyade yê Firqeya 10ê komeke ku ji sê kesan pêk dihat têk bir, û ew her sê kes navika şaneke terorî bû ku bi nepênî çalakî dikirin.

"Yekîneyên me şan têk birin û hemû endamên wê li Zengûrayê, li Remadîyê girtin," wezaretê got.

"Hemû endamên şanê dihatin xwestin li gorî madeya 4ê ya yasaya antî-terorê," daxuyanîyê got û dîyar kir "yekîneyan veşartgeheke cebelxaneyê dît li Elbû Kenaanê li Enbarê, û dest danîn ser 46 hawinan".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500