Şaneke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ku di êrîşên terorî de li Kerkûkê rol gerandiye hat têkbirin, Fermandarîya Operasyonên Hevbeş ên Îraqî Înê (3yê Tebaxê) ragihand.
"Hêzên Îrsqî şaneke terorî ya şeş-kesî ya DAIŞê têk birin, ew şan bi serkêşîya Nesir Ebû Hecer bû, ku ew teroristekî navdar bûn û dihat xwestin," peyvdarê fermandarîyê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re ragihand.
Wî got ku "şanê di operasyonine terorî yên cihêreng de rol gerandibûn, di nav de teqîn û kuştin, plana êrîşine terorî yên din dikir."
Wî anî ziman ku operasyona girtina endamên şanê li sê deverên cuda pêk hat, û da zanîn jî ku hêzên Îraqî dest danîn ser çek û teqemenîyan.