Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî şaneke terorîstên DAIŞê li Felûcayê digrin

Şaneke çar-kesî ya "Dawleta Îslamî" (DAIŞ) hat girtin di operasyoneke parêzî ya polîs de li Felûcayê êvara Sêşemê(23ê Kanûna Duyem), serokê polîsê Enbarê, lîwa Hadî Kesar Erzayic îro Çarşemê ragihand.

Şanê, ku bi şana Ebû Qetada tê naskirin, rol dîtibû di êrîşeke bi bombeyan li dijî sivîlan û hêzên ewlekariyê û hewriha di tawanên talankirinê de, wî ji Diyaruna re eşkere kir.

"Operasyona polîs bi êrîşeke baş-plabnkirî li ser taxa Cubêl, li başûrê Felûcayê, pêk hat piştî ku karsazekî desthilatdarî xeberdar kirin ku ji aliyê endamên şanê ve gef li wî hatine kirin û $100,000 ji wî xwestin an jî ew dê wî bikujin" wî got.

"Ji karsaz hatibû xwestin ku bi têkiliya xwe ya bi telîfonê bi şana terorî re dewam bike û bi wan re bigihe tifaqekê bo radestkirina pereyan, cihê ku ew hemû êvara Sêşemê hatin girtin," wî şirove kir.

"Gunehbar bi gelek tawanan tên sûcdarkirin, û ew bo girtîgehê hatin veguheztin daku piştre bên pêşberî dadgehê," Erzayic got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500