Nûçeyên Iraqê

Şanderê NY danûstandinên li dor makzagona nû ya Sûrîyayê dest pê dike

Şanderê NY bo Sûrîyayê îroj Pêncşemê (14ê Hezîranê) ragihand ew dê hewl bide ku xebatekê di çarçoveya dariştina makzagoneke nû ji welat re dest pê bike bi rêya zincîrek ji civînan di heftîyên tên de, AFP ragihand.

Stîfan dî Mistûra eşkere kir ku ew plan dike bo bi berpirsên payebilid ên Rûsya û Îranê re, ew piştevanên rejîmê ne, û Turkîyê re, piştgira dijberîyê, bicive li NY rojên Duşemê û Sêşemê.

Wî herwiha gotûbêj li NY rêxistin kirine di heftîya tê de bi şanderên Brîtanya, Fransa, Elmanya, Urdun, Amerîka û Erebistana Siûdî -- ew piştevaneke girîng a dijberîyê ye -- re.

Danûstandin armanc dikin ku komîsyonekê pêk bînin bo dariştina makzagonekê bo qonaxa paş-cengê, ev jî xebateke ku NY bê hatiye erkdarkirin.

Dî Mistûra got ku çûna ber bi makzagoneke nû ve "blokeke bingehîn e ji proseseke sîyasî ya pişkivî re", bo bidawîkirina milmilanîya heft-salî ya wêranker.

Hikûmeta Beşar Esed heta aniha lîsteyeke ji 50 navan ji komîsyonê re pêşkêş kiriye.

Komên opozîsyona Sûrî heta aniha tiştek di vê derbarê de nekiriye, û dî Mistûra got "hewcedarî bi pêşketineke nêz di vê çarçoveyê de heye".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500