Nûçeyên Iraqê

Şanderê NY bo Sûrîyayê: Komîteya dariştina makzagonê di vê salê de dê neyê pêkanîn

Şanderê NY bo Sûrîyayê, Stîfan de Mistûra, Pêncşemê (20ê Kanûna Yekem) ragihand ku komîteya erkdar bi dariştina makzagoneke nû bo Sûrîyayê dê di vê salê de neyê pêkanîn weke dihat hêvîkirin, AFP ragihand.

"Hema bibêje ku me karê pêkanîna komîteyekê bo dariştina makzagoneke nû, di çarçoveya prosesa siyasî de qedandiye -- lê belê hîna divê em mîleke din jî bi pêş ve biçin," De Mistura ji Encumena Ewlekarî re got.

"Ez pir bi dax im ji ber tiştê nehate bidestxistin, û ez xemgîn im ku ew ne gengaz bû," wî wiha got, û dîyar kir ku hinek karûbar têkildarî lîsteyeke beşdarvanan ku hikûmetê li Şamê pêşinyar kiribû hebûn.

Li gorî plana NY, dê komîte ji 150 endaman pêk bê: 50 endam dê rejîma serokê Sûrî Beşar Esed wan hilbijêre, 50 endam ji opozîsyonê û 50 ji NY, û koma dawî ji xebîran û nûnerên civaka sivîl pêk tê.

Lê Şamê rê li ber pêkhatina koma sêyem girt, û "117 navên nû" pêşinyar kirin li gorî diplomatkarekî ku nexwest were binavkirin.

Tevî ku redkirina Şamê bi piştevanîya Rûsya, Îran û Turkîyayê bû, NY got ku ev guhertin dê balansa komê biguhere û got ku ew dikare bi tenê şeş navan qebûl bike.

"NY, ya ku nav li ba wê ne, teqez kir ku ew dê ne rehet bin ji danîna mohra rewatîya NY bo her 50 navan li gorî karekterê girîng ê misdaqî û balansê - lewra hîna pêwîstî bi gaveke din heye," De Mistûra got, û got ku Sûrîya hewl dide hinek "navakerên pirên xwezayî" bi dûr bike.

Di demekê de ku wî nekarî pêkanîna komîteyê biqedîne, De Mistura, yê ku dê di meha bê de postê xwe berde, got "me karî em hinek blokên avaker ên serekî yên ku derfet heye di pêşerojê de li ser wan were avakirin deynin".

Di nîqaşa li Encumena Ewlekarîyê, Brîtanîya û Fransa Şam bi rêgirtin li ber xebatên şanderê NY gunehbar kirin, û teqez kirin ku Rûsya û Îran bi bin ketin di kirina bandoreke bes de li ser rejîmê.

"Lê derfetê bidin ez zelal bikim," balyozê Brîtanya li NY Rodney Hunter got. "Tu pere bo nûçaksazkirinê tune ne, tu rewatî ji rejîmê re tune ye, û tu hêsankarî bo vegera penaberan jî tune ne – û ev ne cihê nîqaşê ne û ne jî li ber çav tên girtin heta ku proseya siyasî nekeve tevgerê," wî got.

François Delattre, hemberê wî yê Fransî, got ku lîsteta nû ji kesên ku Rûsya, Turkîya û Îran dizanin "ew nepejirandî ne pêk tê û ev yek misdaqîya tevahîya komîteyê dixe metirsîyê de".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500