Nûçeyên Iraqê

Rejîma Sûriyê ji vegera bo danûstandinên Cinêvê ne piştrast e

Gotbêjvanên rejîma Sûriyê roja Duşemê (4ê Kanûna Yekem) ne piştrast bûn gelo dê vegrin bo dewamkirina danûstandinên aştiyê li Cinêvê, piştî ku ew vê betlaneyê vegeriyabûn Şamê.

Serokê gotobêjvanên rejîmê, Beşar Caeferî roja Înê got ku tîma wî dê vegera malê li Sûriyê û "dê Şam biryarê bide" ka ew dê vegerin danûstandinên bi piştevaniya NY, AFP ragihand.

"Aniha biryara dawîn nehatiye stadin. Şam hîna jî li dor mifaya beşdariya xwe dirame," çavkaniyekê ji rejîmê got. "Her dema ku biryarek bê wergirtin, dê ew bê parvekirin bi rêya kenalên dîplomasî yên asayî."

Hevdem, peyvdarê delegeya opozîsyonê, Yehya Aridî, got ku dê Nesir Herîrî ji aliyê wan ve êvara Duşemê vegere Cinêvê.

Şanderê taybet ê NY bo Sûriyê Stîfan dî Mistûra, yê ku navbênkariya danûstandinan dike, tu daxuyanî roja Duşemê li ser pilna vegera bo gotûbêjan par ve nekirin.

Dî Mistûra got ku dê gotûbêj roja Sêşemê dewam bikin.

Lêbelê piştî civîneke bi dî Mistûra re roja Înê, Caeferî got ku "kêşeyên mezin di vê gera danûstandinan de hebûn".

Dijberî, ya ku bo cara yekem delegeyeke yekgirtî pêk aniya, di bangewaziyên xwe de bo daxwaza derketina Beşar Esed ji serê desthilatdariyê berdewam e.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500