Fermandarîya Operasyonên Bexdayê îro Duşemê (11ê Hezîranê) ragihand ku wê dest danîye ser depoyeke teqemenîyan û hawinan li paytexta Îraqî.
Du gumanlêkirîyên ku "di tawanên hovane de cih girtibûn" di operasyonê de hatin girtin, fermandarîyê di daxuyanîyekê de got.
"Di 24 demjimêrên dawîn de, hêzeke ewlekarî ya Fermandarîya Operasyonên Bexdayê dest danî ser 20 teqemenîyan û 39 hawinan li Cenabeyîn û Dwalibayê, li rojava û başûr-rojavayê Bexdayê, û du girtin," daxuyanîyê got.
Daxuyanîyê da zanîn jî ku hêzên ewlekarîyê herwiha çek û alavên serbazî li çolekê li Salba û Bajarê Sedirê dîtin.