Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî veşartgehên DAIŞê li biyabana Enbarê wêran dikin

Hêzên Îarqî veşartgeheke mezin ya çekan a "Dewêeta Îslamî" (DAIŞ) li biyabana Enbarê kifş kirin, fermandarîya operasyonên Enbarê Pêncşemê (8ê Mijdarê) ragihand.

Veşartgeha li bin erdê bêtirî 1.3 ton ji roket, hawin, çek, cebirxane û teqemenîyan dihewand, peyvdarê fermandarîya operasyonên Enbarê eqîd Mihemed Dulêmî ji Diyaruna re got.

"Liwayê 4mîn ê artêşa Îraqî veşartgeheke li bin erdê li devera Kîlo-160 li biyabana Enbarê kifş kir," wî got.

Wî daxuyand ku veşartgehê 47 roketên Katyoşa, dora 100 hawinan, cebirxaneya çekên sivik û navnicî û narincokên li ser milan tên rahêjtin û teqemenî dihewandin.

Dulêmî got ku "Barana dawî li biyabanê veşartgeh eşkere kir," û da zanîn ku ew "bi temamî ji alîyê artêşa Îraqî ve hat wêrankirin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500