Hêzên artêşa Îraqî hewleke derbaskirina teqemenîyan bi qaçaxî bo Felûcayê têk birin, Fermandarîya Operasyonên Enbarê Pêncşemê (27ê Kanûna Yekem) ragihand.
Artêşê dest danî ser wesayiteke mezin a mişt pawdera klorîn li derbasgeha rojhilatî ya bajêr, fermandar lîwa Mehmûd Felahî ji Diyaruna re ragihand.
Wî got ku pawdra klor di sazkirina bombeyên bidestçêkirî, fûzeyên rokêtên xwemalî û hawinan de tê bikaranîn.
"Du kes di wesayitê de hatin girtin, û lêpirsînek hat vekirin bo destnîşankirina kesê ku bar jê re diçû û herwiha çavkanîya bar," wî got.