Nûçeyên Iraqê

Teqînek 13 kesan li Idliba Sûriyê dikuje

Teqîneke mezin herî kêm 13 sivîl li bajarê Idlibêkuştin, yê dikeve bakur-rojavayê Sûriyê û li jêr kontrola tundrûyan e, roja Duşemê (9ê Nîsanê), û avahiyeke pir-qat wêran kir, AFP ragihand.

Teqîneke jêdera wê ne diyar jî 80 kesên din kuştin, Rewangeha Sûrî bo mafên Mirov got.

Hejmara miriyan tê pêşdîtinkirin ku bilind bibe ji ber rewşa birîndaran dijwar e û gelekên din jî li jêr kavilan asêmayî ne, li gorî Rewangehê

Sedema teqînê hîna jî ne diyar e.

Nûçegihanekî AFP bû dîdvanê buldozerekê di reşê de li nêzî avahiyeke pir-qat a rûxayî, û karkerên ewlekirinê bi lampan li goriyan digeran.

Bajarê Idlibê li jêr kontrola Tehrîr el-Şam e, ew jî hevbendiyeke tundrew e tê de Eniya Nusrayê ya berê destbilind e.

Komek ji tundrûyan û çekdarên opozîsyonê parêzgeha dorpêçkirî kontrol dike, ew jî dawîn mezintirîn herêma Sûriyê ye ku li derveyî kontrola hikûmetê ye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500