Nûçeyên Iraqê

Balefirên şer ên Îraqê tundrûne ji DAIŞê li Sûrîyayê dikin armanc

Balefirine şer Îraqî roja Yekşemê (6ê Gulanê) êrîşeke asmanî li dijî fermandarine "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li rojhilatî Sûrîyayê pêk anîn, di duyemîn êrîşa li ser rêxistinê ji nîvîya meha Nîsanê de, AFP ragihand.

Heyder Ebadî fermana "êrîşeke êşdar" da ya ku civîneke fermandarine DAIŞê kiribû armanc kiribû li başûrî devera Duşîyayê li Sûrîyayê, ofîsa serokkwezîr ragihand.

Balefirên F-16 sibehê zû di êrîşekê de hatin bikaranîn û ew êrîş "serkeftî" bû, berdevkê navenda medyaya ewlehî ya Îraqî, emîd Yehya Resûl got.

Navenda Medyaya Ewlehî paşê vîdyoyek balav kir,tê de teqîneke di avahîyekê de ku balefiran ew kiribû armanc nîşan dide, di orteya taxeke bidar de.

Duşîyayê li devereke biyabanî li Parêzgeha Hisiçayê ya Sûrîyayê ye, ku li wir hevbendîya Erebî-Kurdî bi tundrûyan re şer dike.

Bi hevawazîya ligel hêzên hevpeymanîyê, balefirên F-16 ên hêzên asamanî yên Îraqê êrîşin pêk anîn li dijî fermandarîyeke DAIŞê, ku 10 kîlometran ji sînorên Îraqî ve dûr e û li hundirê Sûrîyayê ye, emîd Mihemed Eskerî, şêwirmendê wezareta berevanîya Îraqê got.

"Ev êrîş piştî hevdîtineke çend fermandarên DAIŞê hat, ku wan pilanên operasyonine terorî li Îraq û Sûrîyayê amade dikirin", wî got.

Armanc "bi temamî hat rûxandin û hemû berpirsyar hatin kuştin", wî got, bêyî ku hejmara mirîyan diyar bike.

"Ev ne dawîn êrîş e li Sûrîyayê. Ew dê berdewam bikin, li gorî çalakîyên DAIŞê."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500