Nûçeyên Iraqê

Mezintirîn karwan heta aniha ji Xûtaya Sûriyê tê derxistin

Mezintirîn karwanê çekdarên opozîsyonê yê ji Xûtaya Rojhilatî hatiye derxistine heta aniha îro Sêşem (27ê Adarê) gihişt bakur-rojavayê Sûriyê, wiha jî asêgeha opozîsyonê bêhtir hat valakirin.

Vekişînên gotûbêjkirî, yên bi serpereştiya hevalbenda rejîmê, Rûsyayê, heta aniha bi hezaran çekdarên opozîsyonê, xizmên wan û sivîln din bi basan ji navçeyên Xûtayê derxistin ber bi Idlibê ve.

Mezintirîn hejmar ji bajarokên Erbîn û Zemalkayê bûn, û navçeya Coberê ya hevtixûbê wan, ev hemû jî ji aliyê Feyleq el-Rehman tên kontrolkirin.

Rêxistin gihiştiye rêkeftinekê bi Moskoyê re roja Înê û cîbicîkirin beyaniya din dest pê kir bi derxistina dora 1,000 kesan bi basan ji deverê.

Hejmar her diçûn mezintir bûn, û mezintirîn karwan heta aniha demjimêrên destpêkê yên Sêşemê derket û zêdetir ji 6,700 kesan li xwe girt.

Ew nîvroya Sêşemê gihiştin devera Qalet Medîq li parêzgeha Hemayê, ew dever jî gelek caran di van rêkeftinan de wekî erdeke demkî hatiye bikaranîn.

Bi vî karwanî hejmara giştî ya derxistiyan ji navçeyên li jêr kontrola Feyleq el-Rehman gihiştiye 13,165 kesan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500