Nûçeyên Iraqê

Bi hezarên sivîlan Xûta terikand piştî pêşveçûyîna artêşa Sûriyê

Karwaneke nû ku xwarinên pêwîst hildigirt derbasî Xûtaya Rojhilatî îro Pêncşemê (15ê Adarê) bû, û girtina bajarokekî girîng hikûmeta Sûriyê ji kontrokirina devera li jêr destgilatdariya opozîsyonê li derveyî Şamê nêzîktir dike

Bi hezaran ji Xûtaya Rojhilatî bar kirin devera li jêr kontrola hikûmetê îro Pêncşemê, ev jî mezintirîn hejmar e ji dema ku êrîşa rejîm li ser deverê dest pê kir roja 18ê Sibatê.

Hêzên rejîmê aniha 70% ji deverê kontrol dikin, li gorî Rewangeha Sûrî, û beşê mayî yê devera li jêr kontrola opozîsyonê li ser sê beşan dabeş kir.

Piştî êrîşeke asmanî ya mezin û êrîşeke bejahî, hêzên rejîmê roja Pêncşemê dest danî ser Hemûriyê, bajarokê li zona başûrî ya alozekirî li Xûtayê.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku Hamûriyê kete dest hêzên rejîmê piştî çekdarên Feyleq el-Rehman vekişiyan.

Pêşveçûyîna rejîmê bo nava Hemûriyê bi şevê korîdorek vekir di bajarokê re bo nav devera li jêr kontrola hikûmetê.

Bi qeflan jin û zarok di korîdorê re reviyan îro Pêncşemê, û cil û kincên xwe bi kîsikan di destên xwe de hilgirtibûn û herwiha çente.

Rewangehê got ku zêdetir ji 12,000 kesan ji deverê reviyan roja Pêncşemê di "mezintirîn pêla bêwarbûnê de ji dema destpêkirina êrîşa li ser Xûtayê".

Hêzên Rûsî, ên ku piştevaniya êrîşa li ser deverê kirin, gotin ku dora 13,000 kesî karîn ji Xûtayê birevin heta dawiya rojê.

Pêncşemê, karwaneke xwarinê ku têra dora 26,000 kesan dike derbasî Dûmayê bû, Dûma mezintirîn bajarok e li Xûtayê û beşeke ji devra ku hîna li jêr kontrola opozîsyonê ye.

"Ev hinek ji tiştên ku ev malbat bi hewcedarî ne," Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor, a ku alîkariya bi hevkarî li gel Heyva Sor A Erebî Ya Sûrî û NY belav dikirin, got.

Serokê Xaça Sor Pîter Mawrer li gel karwanê bû, û ew cara yekemîn e ku operasyoneke wiha diçe serî.

Operasyona alîkariyê ya roja Pêncşem hat piştî du rojan ji pêkanîna derxistinên bijîşkî ji Dûmayê, û bi dehan sivîl xwe rêz kiribûn bo wergirtina tedawiyê li Şamê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500