Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Vekişîna nû ya opozîsyonê ji Xûtaya Sûrîyayê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Çekdarên opozîsyonê û sivîl ber bi basên ku dê wan ji Coberê ya li devera opozîsyonê li Xûtaya Rojhilatî biguhêzin parêzgeha Idlibê. [Wêne ji Navenda Medyayî ya Şamê hatiye wergirtin]

Çekdarên opozîsyonê û sivîl ber bi basên ku dê wan ji Coberê ya li devera opozîsyonê li Xûtaya Rojhilatî biguhêzin parêzgeha Idlibê. [Wêne ji Navenda Medyayî ya Şamê hatiye wergirtin]

Komeke nû ji çekdarên opozîsyona Sûrî û sivîlan xwe amade kirine daku roja Duşemê (26ê Adarê) ji Xûtaya Rojhilatî derkevin piştî derketina herî mezin heta aniha ji devera opozîsyonê, piştî giftûgoyên derbarê cihê dawî ji berxwedanê rawestiyan.

Piştî pênc hefteyan ji êrîşa dijwar a ku hêzên hikûmetê birin ser Xûtayê, wan bêtir ji 90% ji asêgeha opozîsyonê ya li derdora Şamê, ya ev demeke dirêj e dorpêçkirî ye xiste jêr kontrola xwe.

Kerwanek bêtir ji 5,400 çekdaran û sivîlAN ji erda li jêr kontrola Feyleq el-Rehman derengîya roja Yekşemê derketiye û roja din gihiştiye bakur-rojavayê Sûrêyayê.

Ev operasyona dexistinê ya herî mezin e di rojekê de ji Xûtaya Rojhilatî piştî bi sedan ji heman deverê hatin veguhestin roja Şemîyê.

Sivîl, çekdarên opozîsyonê û birîndar li bendî derxistinê ne ji beşê navincî ji Xûtaya Rojhilatî. Piştî ew ketin 15 basan de, pasvanîya kerwanê wan hat kirin heta parêzgeha Idlibê. [Wêne ji Navenda Medyayî ya Şamê hatiye wergirtin]

Sivîl, çekdarên opozîsyonê û birîndar li bendî derxistinê ne ji beşê navincî ji Xûtaya Rojhilatî. Piştî ew ketin 15 basan de, pasvanîya kerwanê wan hat kirin heta parêzgeha Idlibê. [Wêne ji Navenda Medyayî ya Şamê hatiye wergirtin]

Kerwana ji 81 basan ya roja Yekşemê derket gihiştiye cihekî li qeraxa xaka opozîsyonê li bakur-rojavayê Sûrîyayê piştî nîvroya Duşemê.

Pêşbînî hebû ku roja Duşemê gelek operasyonên derxistinê ji bajarokên Erbîn û Zemelkayê û taxa Coberê ya nêzîk, ên li jêr kontrola Feyleq el-Rehman, pêk werin.

Berdevkê komê Wail Elwan roja Duşemê tekez kir ku "operasyonên derxistinê berdewam in", lê wan nikarîbû hejmarên deqîq diyar bikin.

Gelek bas amade bûn roja Duşemê daku dora 1,100 kesan bibin, di nav wan de çekdar û çend sed zarok, ji heman deverê, li gorî medyaya rejîmê.

Nakokî têne holê

Divabû operasyona derxistinê di berbangê de qewimîbaye, lê nakokîyên heyî li deverê ew dereng hiştin heta piştî nivroyê, çalakvanekî hewarçûnê ji Xûtaya Rojhilatî, yê bi navê Beha Sehlî ji Diyaruna re got.

Çekdarên opozîsyonê agir bi bargeha xwe ya serbazî ya wan dest jê berda û bi malên xwe xist, vê yeke dudilî derbarê rewşê diyar kir, wî got.

"Lê komîteya navberîyê karîbû ku rewşê aram bike û kesên hatin derxistin ji her çar deveran hatin guhestin bo derbasgeha Coberê, ya ku ji bo operasyona derxistinê hatibû destnîşankirin," wî anî ziman.

Operasyona derxistinê ji Joberê roja Şemîyê bi 632 kesan dest pê kir, di nav wan de çekdarên opozîsyonê û sivîl ên ber Idlibê ve li bakur û rojavayê Sûrîyayê bi deh basan çûn, Sehlî got.

Herwiha derketina sivîlan ber bi deverên li jêr kontrola rêjîmê berdewam e, wî got, bêtir ji 500 sivîlan roja Yekşemê bi navgînên ji bo wê mebestê hatî nîşankirin di derbasgeha Wafidînê re hatin derxistin.

"Kesên hatin derxistin hatin guhestin bo penagehekê li derdora Şamê heta biryarek derbarê rewşa wan [ya ewlehî] were standin," wî got.

"Dosyayên wan ên ewlehî dê werin sehkirin û ew kesên ji erkê leşkeriya neçar dê werin vexwendin, lê hemû dê rastî lêpirsînê werin daku misoger bikin ku ew ne endamên tu pêgehên siyasî yên girêdayî opozîsyonê ne," wî got.

Giftûgo li Dûmayê ne

Ji hêleke din ve, giftûgo derbarê çarenûsa Dûmayê, devera dawî li jêr kontrola opozîsyonê li Xûtaya Rojhilatî, ji ber şerxên di hundirê koma ku serwerîya deverê dike de rawestiyan, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov îro Duşemê got.

Dema ku du komên opozîsyonê yên sereke di van rojên dawî de qayil bûn, piştî giftûgoyan bi Rûsyayê re, ku ji devrine din ên Xûtaya Rojhilatî ya li jêr kontrola opozîsyonê derkevin, hîn giftûgo bi Ceyş el-Îslam re berdewam in, AFP ragihand.

Berevajî deverên din, dibe lihevkirin rê bide ku Ceyş el-Îslam li Dûmayê bimîne.

"Gigtûgoyên berdewam bi Rûsyayê re bo mayîna li Dûmayê ne," berdevkê Ceyş el-Îslam Hemza Bêreqdar, bêyî ku hûragahîyan parve bike, got.

Serokê Rewangehê Ramî Ebdil Rehman got ku dibe li gorî lihevkirinê Ceyş el-Îslam çekên xwe yên giran radest bike li hember jî divê hikûmet av û kehrebeyê ji bajarok re dabîn bike.

Polîsê serbazî yê Rûsî, lê ne artêşa Sûrîyayê, dê li wê deverê belav bibe.

Lê şerxa xwemalî ya di navbera refên opozîsyonê de nedihişt ku giftûgo çêbibin, Ebdil Rehman ji AFP re got.

"Fermandarên Ceyş el-Îslam parçebûyî ne û hin ji wan li dijî lihevkirinê ne," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500