Nûçeyên Iraqê

Bi sedên tundrewan û zarokên ku bi Holenda ve girêdayî ne hîn li erdên DAIŞê ne.

Nêzîkî 200 kesên ku tevlî grûpên tundrew li Sûriye û Iraqê bûbûn li gel herî kêm 175 zarokan pêwendiyên wan bi Holenda re hene û hîn li welatên şer in, piranî bi "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re, AFP roja Sêşemê (6ê Adarê) ragihand.

"Bêtirî nîvê wan zarokan temenê wan kêmtirî çar salan e, ku herî kêm du-sêyek li deverên şer jidayik bûne," ajansa ewlekarî û istixbaratê ya Holendî AIVD di raporta xwe ya sala 2017an de got.

Ji 280 kesên ku ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyê ve di sala 2011an de ji Holenda derketin da ku tevlî grûpên tundrew bibin, nêzîkî 185 hîn li herêmê ne, AIVD got, herwiha wî hişyarî jî da ji wê yekê ku hejmareke zêde ji wan vedigeriyan welat.

"Em çaverê yî vegeriyayiyên bêtir dikin, bi taybetî jin û zarok, ji ber ku niha DAIŞ hema bêje hemû erdê di destê xwe de ji dest daye," ajansa Holendî got.

"Kesên vegeriyayî metirsiyeke cidî pêk tînin ji ber ku ew bo demeke dirêj li devera (DAIŞ) bûn. Gengazeke mezin heye ku tevlî şer bûn, an jî kiryarên tundutûjîyê dîtin, di nav de zarok jî," AIVD got, di baweriya wê de jî ku ew "ji aliyê îdyolojî ve tundtir bûne."

Nêzîkî 50 kesan ji deverên li jêr destê tundrewan li Sûriye û Iraqê vegeriyane ji 2011an ve, sêyeka wan jin in, ajansê vê dawiyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500