Nûçeyên Iraqê

Holenda nasnameyê ji çar kesên tundrew dikişîne

Holenda nasname ji çar kesên tundrew kişand, ên çûbûn Sûriyê daku şerê regeznameya xwe ya Holendî bikin li gor qanûnê qayim ê nû ê dijî terorê, AFP îro Çarşemê (13ê Îlonê) ragihand.

"Ev her çar kes tevlî rêxistineke terorî bûne li herêmeke şer," Wezîrê Ewlekarî û Dadmendiyê Stef Blok di daxuyaniyekê de got.

"Ew weke kesên biyanî yên nedaxwazkirî hatine ragihandin, ev tê wateya ku êdî ne gengaz e ku ew herin Holendayê yan çi welatin din ên Schengenê," Blok got, wî nîşan da bi devera ku passport lê ne gerek in li Ewropayê.

Tevî ku Blok herçar mêr binav nekirin, medyaya Holendî ew herçar weke rêwiyên naskirî li Sûriyê nîşan dan: Drîs.B, Nûredîn B., Enîs Z. û Hatim R."

Drîs B û Nûredîn B. sala bûrî hukim li wan hat birîn û Enîs Z. û Hatim R. di sala 2015an de heta şeş salan ji her yekî re hukmekî xiyabî hat birîn ji ber ew endam bûn di rêxistineke teror ya tawanbar de.

Herçar berî niha çûbûn Sûriyê daku tevlî çekdarên tundrew bibin di nav de "Dewleta Islamî" (DAIŞ), raportên nûçeyan ên xwecihî got.

Ne diyar e ku ew aniha li ku derê ne.

"Guman heye ku Drîs B. hîn sax be", ajansa nûçeyan a niştîmanî ANP ragihand.

Holenda, di meha Adarê de, qanûneke nû ya dijwar pejirand, qanûna ku heq dide hikûmetê nasnameyê bikişîne heta eger kesek bi tawanekê nehatibe tawanbarkirin jî.

Qanûn nayê bikaranîn ji bilî li ser wan kesên xwedî du regeznameyan.

Biyara roja Çarşemê, hîn divê ji aliyê dadger ve were erêkirin, hikûmeta Holendî got. Nehat naskirin bê çi regeznameyên din bi wan herçar kesan re hene.

Tê gotin ku 280 welatiyên Holedî geşt kirine daku tevlî rêxistinên tundrew li Sûriye û Iraqê bibin ji sala 2011an ve.

Dora 190 kesan li wir mane lê "dibe ku hîn hejmarek ji cîhadiyên Holendî hebe yên ku dixwazin tevlî rêxistina DAIŞê yan rêxistinên din li Rojhilata Navîn bibin", ajansa dijî terorê ya Holedî di raporta xwe ya dawî de got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500