Nûçeyên Iraqê

Jineke Holendî piştî vegera wê ji Sûriyê hat girtin

Jineke ku ligel herdu zarokên xwe vegeriya Holenda piştî ku ji Sûriyê reviyan bi tometa girêdana bi "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve hat girtin, AFP roja Sêşemê (2'ê Tebaxê) got.

Jina ku di raportên medyaya Holendî de weke Laura Hansen hat binavkirin, derengiya Duşemê li balafirgeha Schiphol hat girtin dema ku gihişte welat piştî nêzîkî salekê ji derketinê.

"Tê gotin ku ew ji herêma şer li Sûriyê reviyaye" û bi rêya balafirgeha Schiphol vegeriya "û piştî gihiştinê yekser hat girtin", dozgeriya Holendî got.

Ew "bi tevlîbûna rêxistineke terorîst li Sûriyê û/anjî Iraqê di navbera 1'ê Îlona 2015'an û 12'ê Tîrmeha 2016'an gumanlêkirî ye", wê di daxuyaniyekê de got.

Herdu zarokên wê bo cihê guhdanê hatin veguhestin, û dozger niha lêpirsînê dikin jibo bigihin tometên fermî.

Ew jin bi heman navê ku di destpêka meha borî de li ser televizyoneke Kurdî derketibû û gotibû ku ew ji destê DAIŞ reviyaye piştî ku zilamê wê ew bi darêzorê biribû wê derê hat binavkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500