Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî êrîşeke çekdarên DAIŞ li Kerkûkê pûç dikin

Hêzên Îraqî êrîşeke terorî ku ji aliyê çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve li Kerkûkê hat pêkanîn sibeha roja Çarşemê (17ê Kanûna Yekem) pûç kir, wezareta karê hundir got.

Hêzên ewlekarî çekdarên DAIŞ sekinandin "ku dixwestin êrîşî xaleke kontrolê û dewriyeke polîsan li Hewîca bikin", berdevkê wezaretê, emîd Saed Maen, ji Diyaruna re got.

"Hêzên me şerê terorîstan kirin, çar ji wan kuştin û dest danîn ser çek û bombeyên di destê wan de," wî got.

Wî got ku Wan herwiha çekdarek girt, lê belê duyên din ku nêzîkî wî bûn karîn birevin, anî ser ziman ku operasyoneke lêgerînê berdewam e ji bo dîtina wan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500