Nûçeyên Iraqê

Komandoyên hevpeymaniyê êrîşî guendekî di dest DAIŞ dikin

Hêzên komando yên hevpeymaniya navdewletî yên ku şerê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dikin êrîşî gundekî di dest girûpê de li rojhilatê Sûriyê dikin, AFP roja Duşemê (9ê Kanûna Duyem) ragihand.

Herî kêm 25 çekdarên DAIŞ di êrîşa ku du Saetan dirêj kir de hatin kuştin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

"Çar helîkopterên hepeymaniya navdewltî duho (Yekşemê) nîvro êrîşeke komando li ser gundê Kubar li rojavayê parêzgeha Dêra Zorê pêk anîn," birêveberê Rewangehê Ramî Ebdilrehman got.

Hêzên hevpeymaniyê armanca otobûseke ku 14 çekdarên DAIŞ hildigirt kirin û ew hemû kuştin, Abdilrehman got.

Wan armanca saziyeke avê ya ku li jêr kontrola DAIŞ bû li gund kir û herî kêm 11 çekdarên DAIŞ di pevçûnan de hatin kuştin.

Fermaderekî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), hevbendiyeke opozisyoner e ji Ereb û Kurdan pêk tê, êrîşa li ser gundê ku 40 kîlometran ji bajarê Dêra Zorê dûr e piştrast kir,.

Êrîşê, ku nîvroya roja Yekşemê pêk hat, wesayitên ku çekdarên DAIŞ ên bilind ên ku ji Reqa tên dihatin armanc girt û gelek ji wan kuştin û hineke din girtin, wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500