Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Emîrên DAIŞ û çekdarên biyanî dest ji Reqayê berdan

Welîd Ebul Xêer li Qahîrayê

Gelek endamên xwecihî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) xwe dane dest Hêzên Sûrîya Demokratîk. Çekdarên biyanî û fermandarên berz ên rêxistinê bi awayekî berbiçav ne xuya bûn. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Gelek endamên xwecihî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) xwe dane dest Hêzên Sûrîya Demokratîk. Çekdarên biyanî û fermandarên berz ên rêxistinê bi awayekî berbiçav ne xuya bûn. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Ji çaxa ku Hêzên Sûrîya Demokratîk bi awayekî tam dest danî ser Reqayê,pirs derketin hole li ser nebedîbûna diyar a emîrên biyanî û çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Ev endam bi awayekî diyar ne di wan wêneyên ku di dema radestbûnê de hatin kişandin, wêneyên ku ji alîyê serkirdeyên êlan û Encumena Sivîl ya Reqayê hatin bidestxistin.

Berpirsyarên ku destên wan di proseyê de hebûn ji Diyaruna re gotin ku ew endamên mane ew endamên ku emîrên wan û çekdarên biyanî terka wan kirin, emîr û çekdarên ku reviyan deverin din.

"Aniha tê texmînkirin ku 275 çekdarên DAIŞê yên ku li bajarê Reqayê bûn xwe radest kirin," berpirsyarê medya QSD, Mistefa Balî, ji Diyaruna re got.

Endamên Hêzên Sûrîya Demokratîk serkeftinê li qada Neîm li Reqayê li Navenda bajar pîroz dikin. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Endamên Hêzên Sûrîya Demokratîk serkeftinê li qada Neîm li Reqayê li Navenda bajar pîroz dikin. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk daxwaza wêneya dikin piştî wan bi awayekî tam dest danî ser bajarê Sûrî Reqayê. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk daxwaza wêneya dikin piştî wan bi awayekî tam dest danî ser bajarê Sûrî Reqayê. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Êlên Reqayê û encumena sîvîl ya bajar pêşwazîya malbatên wan endaman kirin dema wan xwe radest kir.

Endamên DAIŞ ên xwe radest kirin hatin veguhestin kampeke taybet, kampa ku QSD li Tebqayê serperiştîya wê dike, cihê ku ew dê li werin vepirsîn.

Ew kesên ku destên wan di çalakîyên tawanbar de hebin ew dê bên darizandin, lê yên mayî ew dê wan bidin dest komîteyekê ku ji endamên êlên Reqayê tê pêkanîn.

Balî got ku ev komîte dê ji wan re weke misogerker be, Balî got, ew dê cihê niştecîbûna wan nas bike û ew dê tu carî tevlî çalakîyên gumanbar nebin.

"Eger hebin", çekdarên biyanî yên xwe radest nekirin, hêzên hevpeymanîyê dê bi wan re bidin û bistînin, wî anî ziman.

Şêweyekî xiyanetê

Li ser bingeha beşdarbûna wî di Operesyona Xezeba Feratê de, berpirsyarê QSD Ferhad Xoca ji Diyaruna re got emîrên xeta pêşîn, bi taybet ên biyanî, exlebê caran ji bajaran derdikevin; ji çeperên ku şer li wan heye û dikin ku ji dest wan biçin.

Ew ber bi deverin ewletir de diçin, endamên leşker li pişt xwe dihêlin, ew kesên ku bi zorê hatibûn tecnîdkirinû ên ku rahiştin çekan tenê ji bo mûçeyeke mehane ya ku dikarin ji rêxistinê wegirin".

wî got ku rewş li Reqayê wiha bû, çekdarên ku di dema radestkirinê de amadebûn tenê ew endamên bûn, piranîya wan welatîyên parêzgeha Reqayê û derdora bûn.

Xoca got ew guman dike ku emîrên biyanî û hêzên şer ên sereke berî vê ji bajar vekişîyan û ber bi Dêrezorê ve çûn, bi taybet ber bi devera Bokemalê ve çûn, a ku hîn li jêr kontrola rêxistinê ye.

Li gorî hin jêderan, hin ji wan çûn bajarê Meyadînê û ji wir çûn Bokemal û gund û bajarokên derdora wê.

"Derketina van çekdaran wateyê nade ku hêzên Reqa dorpêç dikirin kêmanî kirin," wî got, ji ber ku bajar hedî hêdî hat dorpêçkirin ne bi carekî hat dorpêçkirin, ji ber erdnîgariya wê û faktorin din.

"Diyar e ku endamên DAIŞ ên reviyan derin din wiha kirin di destpêka dorpêçkirinê de," wî anî ziman.

Niştecîyê Reqayê Cemal Bekar ji Diyaruna re got ku di van mehên dawî de, ew birgî emîrên DAIŞ an çekdarên biyanî nebû dema ew di aramîyê de ji malê der diket daku hin xwarinê ji malbatê re bîne, weke wî berî dikir.

wî got ku hemû endamên DAIŞ ên wî dîtin niştecîyên xwecihî bûn, piranîya wan dihatin naskirin.

"Vê yekê niştecîyên sivîl matmayî hiştin, ji ber propegandaya rêxistinê bi awayekî xurt tanî ziman ku şerê Reqayê şerkekî sereke ye, û hemû endam dê berevanîya bajar bikin," wî got.

Lê dawî, her çiqas, wan bazda û endamên li şûn xwe hiştin daku rastî çarenûsa xwe werin, ên ku daketin qadê şer bikin yan xwe radest bikin.

koçbûneke nemandelbar e

Di van mehên dawî de, bi dehan û belkî bi sedan çekdarên DAIŞê ji bajarê Reqayê û derdora wê reviyan Bokemalê, çalakvanê medyayê û welatîyê Bokemalê Fecir Ebdula ji Diyaruna re got.

Piranîya wan çekdarên biyanî ûn, di nav wan de gelek endamên Iraqî hebûn.

"Di destpêkê de, ev koçbûn bi dizî bû, heta hebûna van çekdaran û malbatên wan li kolan û bazarên Bokemalê diyar bû", wî got.

Wî got ku veguhestina endamên DAIŞê ji gelek deveran, di nav de Reqa, bi çalakîyên mezin ên pasvanîya rêxistinê re hevrê bûn.

Wî got ku peya û kirîner di kolana de û li bazaran li wan deveran berpirsyar bûn ku çi wextî kaxezên wan ên asnameyê ji alîyê pasvavan werin sehkirin, û telefonên wan ji bo wêneyan û bikaranîna Înternetê.

Bazirganên xwecihî û niştecî li van deveran çavdêrîya hatîyên nû yên DAIŞê kirine ku ew li kolana bi cil û bergên sivîl dimeşîn, wî anî ziman, bi taybet li bazarê û dema ku ew bi malbatên xwe re ne.

Di heman demê de, vegerandina çekdarên biyanî bo welatên wan ên eslî gefefke ji civîna wezîrên karên hundir re ên koma 7 ya ku di (19ê Cotmehê ) de li Îtalyayê dest pê bike, AFP ragihand.

Bawerî heye ku bi deh hezaran çekdarên biyanî yên ku çûn şer ji nav refên DAIŞ de li Sûyîyeyê bikin ku di van mehên dawî de reviyane.

Ji wî çaxî de dergehên sînorî hatin asêkirin, bi vî awayî zehmettir bû ji çekdaran re ku vegerin, pisporên ewlekarî hişyarî dan ku derbin gengaz ên nû çêbibin ji ber zexta zêde li ser DAIŞ.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500